Helbet rast e, ku çermê riwê mirovan di gelek pirsgirêkan de derbas dibe, nexasim ew riwê ku gelek duhin derdixe, ew duhin pizikan, zîwanê serê wan sor û reş derdixe. Li vir hin agahî hene ji bo ku jin hay ji riwê xwe hebin, êdî hew riwê xwe bi dermanên ku pirê wan madeyên kîmawî tê de ne derman bikin, ew madeyên kîmawî bi derketina wan pizikan û qermîçokên çavan jî bêtir alîkar in. Ji bo ku tu ji van pirsgirêkan rizgar bibî, derman heye.
Pêdivî:
Beqdûnisa hûrkirî.
Nîv leymûn.
Qutiyek şampoya vala.
Şêwaza wê:
1- Avê baş germ bike û paşê beqdûnisa xwe bavêj nav avê.
2- Piştî ku av keliya beroşa xwe ji ser agir rake, ta ku tihna wê avê bişike.
3- Paşê leymûna xwe bavêj nav avê , piştî çend deqeyan derman amade ye, dibe ku tu yekser piştî ku av sar bû derbasî avsarê bikî.
4- Piştî ku ew du rojan di avsarê de bimîne yekser tu dikarî bikar bînî.
Awayê bikaranîna derman.
– Riwê xwe baş bişo.
– Parçak pembo amade bike, piştî ku tu baş dermanê xwe li hev bixî hinek ji derman li ser pembo raxe.
– Berî razanê riwê xwe bi pembo paqij bik.
– Divê ku tu her şev 15 rojan bikar bînî.