Li gor zanyariyên ku li ajansên nûçeyan hatin belav kirinê, hikûmeta Beşar Esed pêşniyara rawestandina şer li bajarê Helebê gotûbêj dike. Ev e jî piştî hevdîtina şanderê navdewletî Stavan De Mestura li Esed hatiye.
Li gorî jêderên Sûrî, rêjîma sûrî pêşwazî li destpêşxeriya şanderê navdewletî Stavan De Mestura ku niha li Şamê ye kiriye.
Li gorî zanyariyên ku îro belav bûne, di hevdîtina xwe li gel serokê Sûriyê Beşar Esed de şanderê navdewletî De Mestura teqez li ser cemidandina şer li bajarê Helebê kiriye û ev yek jî cihê rizamendiya rêjîma sûriyê bûye.
Li gor plana De Mestura divê li hin herêmên Sû=riyê şer bête cemidandinê û rê ji bo guhastina alîkariyên mirovî vebe û ev yek dê amadekariyek be ji bo goftûgoyên di navbera aliyan de.
Hêjayî gotinê ye ku ev pêşniyara De Mestura ji bo encûmena asayîşa navdewletî piştî serdana xwe bo Rûsya û Êranê ku piştevaniya rêjîma Sûriyê dikin hatiye ku berya wê jî serdana Şamê kiribû.
Ji aliyê xwe ve jî balyozê Sûriyê li Neteweyên Yekbuyî Beşar Caferî jî got: Hikûmeta wî amadeye pêşniyara De mestura li ber çavan derbas bike lê ew li benda hûrgiliyên dîtirê ne.
Xendan