Hevserokê Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê Enwer Mislim ragehand ku armanca YPG û Hêza Pêşmerge yek e, her du hêz axa Kurdistanê diparêzin û got: ‘’Niha şervanên YPG’ê pêş de diçin û Pêşmerge û Hêzên Hevpeyman jî alîkariyeke baş dan.’
Hevserokê Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê Enwer Muslim doh serdana Parlamentoya Kurdistanê kir û ligel Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Mihemed civiya. Piştî civînê Mislim ji BasNewsê re got: ‘’Niha li Kobanê berxwedan berdewam e, şervanên YPG û Pêşmerge derbeyên dijwar li DAİŞ’ê didin.’‘
Mislim wiha axifî: ‘’Li Kobanê yek armanca YPG û Pêşmergeyan heye, ew jî parastina axa Kurdistanê ye. Loma jî her çawa şervanên YPG’ê li Başûrê Kurdistanê mil bi milê Pêşmergeyên Kurdistanê berevanî li axa Kurdistanê kirin, niha jî li Kobanê Pêşmerge berevaniyê li axa Kurdistanê dikin.’‘
Hevserokê Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê Enwer Mislim da zanîn ku zêdetir pêdiviya wan bi çekên giran heye û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Bombardimana balefirên şer ên Hêzên Hevpeyman gelekî bûn alîkar daku çeperên Kurdan bihêztir bibin û hêzên Kurdan ber bi pêşde diçin.’‘
BasNews