BÛYERPRESS
Desteya tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku 63 kesên din li herêmên bakurê Sûriyê bi vayrosa Koronayê ketine
Dr.Ciwan Mistefa hevserokê desteyê da zanîn ku bi peydabûna van rewşan re hejmara giştî ya pêketiyan li Bakurê Sûriyê dibe 903 kes,291 kes rehet bûn,her wiha 46 kesên ku rewşa wan giran bûn canê xwe ji dest dan.