BÛYERPRESS
Otombîleke bombekirî li nêzî keraceke girêdayî dagirkeriya Tirkiyê li bajarê Efrînê teqiyaye.
Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin kuştî û birîndar hene.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan berî çend rojan ragihandibû ku teqînek li bajarokê Xendûrê yê bakurê Helebê çê bibû,ew bombe di otombîleke Cebeh El Şamiyê teqiya bû,di encama vê teqînê de 2 çekdarên dagirkeriyê hatibûn kuştin,yekî din jî birîndar bûn