BÛYERPRESS
Desteya fêrkirin û hînkariyê ya rêveberiya xweser weku ku ragihandibû 29 vê mehê dergehê sala nû ya xwendinê bê vekirin.
Lê îro bi biryarekê ji aliyê desteya fêrkirin û hînkariyê ya bakurê Sûriyê hate ragihandin ku dema destpêkirina dewamê dibistanan û sala nû ya xwendinê 2020 – 2021’an hetanî 4’ê cotmehê hatiye paşde xistin.
Ew jî bi sedema ku pêlên vayrosa Koronayê her ku diçe li Bakurê Sûriyê belav dibe û metirsîneke mezin di warê zêdebûna hejmara pêketiyan de heye