BÛYERPRESS
Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku 17 kesên din bi vayrosa Koronayê ketin,her wiha kesekî ji Hesekê ku temenê wî 70 sal bû piştî ketina bi vayrosê canê xwe ji dest daye.
Li gorî amarên desteyê li van bajaran rewşên Koronayê hatine tomar kirin :
Qamişlo 8
Hesekê 3
Dêrik 3
Rimêlan 1
Amûdê 1
Şehba 1
Dr.Ciwan Mistefa hevserokê desteyê da zanîn ku 10 kesên din di 24 saetên dawiyê de rehet bûne.
Bi peydabûna van rewşên nû re,hejmara giştî ya pêketiyan li Bakurê Sûriyê dibe 544 kes,98 kes rehet bûn,her wiha 35 kesên ku rewşa wan giran bûn canê xwe ji dest dan