BÛYERPRESS
Desteya tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku 53’ê kesên din bi vayrosa Koronayê ketine,kesekî jî ku rewşa wî giran bû canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniya desteyê pêketî li van bajaran hatiye tomar kirin
Qamişlo 17
Hesekê 6
Amûdê 3
Rimêlan 1
Dêrik 5
Dirbêsiyê 1
Dêra Zorê 4
Reqa 2
Hol – Hesekê 1
Tebqa 13
Dr.Ciwan Mistefa hevserokê desteyê da zanîn ku kesên bi vayrosê ketine 29 mêr in,24 jî jin in
Di heman demê de Dr.Ciwan dibêje bi peydabûna van rewşan re hejmara giştî ya pêketiyan dibe 478,80 rewş rehet bûne,her wiha 28 kes ku rewşa wan giran bûn canê xwe ji dest dan