BÛYERPRESS
Desteya tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku 19 kesên din li herêmên bakurê Sûriyê bi vayrosa Koronayê ketine,her wiha kesekê ku li Amûdê bi vayrosê ketibû canê xwe ji dest da.
Dr.Ciwan Mistefa hevserokê desteyê rewşên pêketî bi Koronayê ragihand li gorî bajaran :
Qamişlo 6
Hesekê 6
Dêrik 4
Dirbêsiyê 2
Til Koçber 1
Bi vê yekê re hejmara giştî ya pêketiyan li bakurê Sûriyê dibe 527 kes,88 kes rehet bûne,34 kes ku rewşa wan giran bûn canê xwe ji dest dan