BÛYERPRESS
Desteya tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku 31 kesên din bi vayrosa Koronayê ketine,kesekî li Dêrikê jî ji ber ketina bi vayrosa Koronayê canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniya desteyê :
31 kes li herêmên bakurê Sûriyê bi vayrosê ketine,20 mêrin,11 jî jin in
Li van bajaran jî hatine tomar kirin ev rewş :
Qamişlo 12
Hesekê 7
Rimêlan 2
Girkê Legê 1
Dêrik 3
Tirbesipiyê 3
Dêra Zorê 1
Hevserokê desteya tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê da zanîn ku bi peydabûna van rewşan re hejmara giştî ya pêketiyan li Bakurê Sûriyê dibe 425 kes,75 kes rehet bûne,her wiha 27 kes ku rewşa wan giran bûn canê xwe ji dest dan