BÛYERPRESS
Desteya tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 8 kesên din li herêmên Bakurê Sûriyê bi vayrosa Koronayê ketine.
Her wiha desteyê da zanîn ku kesekî ku bi Koronayê ketibû û rewşa wî giran bû canê xwe ji dest da..
Dr.Ciwan Mistefa hevserokê desteya tenduristiyê diyar kir ku bi peydabûna van rewşan re hejmara giştî ya pêketiyan li Bakurê Sûriyê dibe 362 kes bi vayrosê ketine,66 kes ji vê vayrosê rehet bûne,her wiha 25 kes ku rewşa wan giran bû canê xwe ji dest dan