BÛYERPRESS
Desteya tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 27 kesên din li herêmên Bakurê Sûriyê bi vayrosa Koronayê ketine.
Her wiha 3’ê rewş li Qamişloyê û Şehbayê ji ber ketina bi vayrosa metirsîdar canê xwe ji dest dan.
Dr.Ciiwan Mistefa hevserokê desteyê da zanîn ku bi peydabûna van rewşên nû re hejmara giştî ya pêketiyan li Bakurê Sûriyê dibe 354 kes,58 rewş rehet bûn,her wiha 22 kes ku rewşa wan giran bûn canê xwe ji dest dan.