BÛYERPRESS
Qonaxa duyemîn ji operasyona tunekirina terorê li gundewarê Dêra Zorê bi dawî bû.
Bîlançoya vê qonaxê ji aliyê fermandariya HSD’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate parve kirin
Bîlançoya 4 rojan a operasyonê wiha ye :
Hêzên HSD’ê di çarçoveya pêngavê de 31 terorîst û gumanbar girtin.
Di nav de emîrekî rêxistina DAIŞ’ê ye.
HSD’ê karîbû dest deyine ser rêjeyek mezin a çekên ferdî nimnûne :
kilaşînkov, BKS, topên RBG, çeka M 16, 20 mayîn, rêjeyek madeyên teqemenî, telefon. Dîsa hejmarek rêyên di nav çem de ji bo derxistina çekan hatibûn vekirin.
Her wiha hêzên HSD’ê depoyeke kevin a rêxistina terorîst ku du hezar topên hawnê tê de hebûn, desteser kir.