BÛYERPRESS
Rêveberiya Dergeha Pêş Xabûr biryarek derixistbû ku çi kesên pasportên ewrupî bi wan re ne û derbasî Rojavayê Kurdistanê bibûn,dikarin vegerin Başûr û ji wê derê herin welatên Ewrupayê.
Rêveberiyê rojên yekşem, duşem û sêşemê ji bo vegerê diyarkirbû..
Lê Rêveberiya Dergeha Pêş Xabûrê îro nêzî 100 kesên ku dixwestin vegerin welatên Ewropayê bi rêya balafirgeha Hewlêrê nihatin derbas kirin bo Başûrê Kurdistanê,tevî ku gelek kaxizên rêveberiyê dixwestin bi wan re hene.