BÛYERPRESS
Doh Wezareta tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê ragihand ku pîrmêrekî 70 salî li nexweşxaneya zanîngeha Helebê bi Koronayê canê xwe ji dest daye,hejmara miriyên bi Koronayê Li Sûriyê dibe 9 kes.
Bi vê yekê re hejmara pêketiyan li Sûriyê dibe 256 kes,102 kes ji wana rehet bûn,9 rewşên din ku giran bûn canê xwe ji dest dan.