BÛYERPRESS
Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê bi hevrêziya Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê pêşbirka kurteçîrok, helbest û gotaran ragihand.
Wergirtina berheman dê heta 7`ê Tîrmehê dewam bike.
Şertên Pêşbirka Şehîd Viyan Amara wiha ne:
– Divê berhem bi zimanên kurdî û erebî bin, divê berhem kurteçîrok, helbest an jî gotar bin.
– Divê beriya niha berhem nehatibin weşandin.
– Divê tenê bi berhemeke wêjeyî tevlî pêşbirkê bibin û agahiyên takekesî ji nimreya telefonê ku deste û yekitiyê diyar kiriye, bê şandin.
– Divê kurteçîrok ne zêdetirî 3 rûpelan bin û berhema wêjeyî li ser (Word) bi mezinahiya xetê 14`an hatibe nivîsandin.
– Divê berhemên wêjeyî ne ji aliyekî din hatibin girtin, berhemên wêjeyî yên tev li pêşbirkê bibin li xwediyên wan venagerin û berhemên wêjeyî ji hejmarê re têne şandin.
27`ê Tîrmehê û piştî ku li hemû encam werin kontrolkirin, dê encam û kesên serkeftî bi şahiyekê werin ragihandin..