BÛYERPRESS
Di vê rojê de 9 / 5/ 1991 helbestvanê û nivîskarê Kurd Mele Ehmedê Palo koça dawî kir..
Mele Ehmedê Palo helbestvanê kurd sala 1920’an li gundê Sêra Çor ya bajarê Palo li Bakurê Kurdistanê hate dinê..
Di sala 1959’an ji aliyê dezgehên ewlekariyê yên hikumeta Sûriyê ve li gundekî ser bi navçeya Amûdê ve hate girtin..
Piştre di taxa Mehetê ya Qamişloyê jî ji aliyê dezgehên ewlekariyê yên hikumeta sûriyê ve hate girtin, û gelek xebatên wî jî hatine desteser kirin..
Ji xebatên wî yên wêjeyî û çapkirî :
– Dewir û Gera Kurdistanê Helbest çapa yekem 1994’an
– Dewir û Gera Kurdistanê çapa duyem 2019’an
– Rêzimana kurmanciyê 2008’an
Destnivîs :
– Destana civîna nemira ku ji 10 hezar malikî pêk tê
– 7 dîwanên helbestî yên destnivîs
– Wergera dîwana Bendê Etar yê helbesetvanê navdar Ferîd El Dîn Etar ji zimanê Farisî bo Kurmanciyê
– Ferhenga Kurmancî – Tirkî
Mele Ehmedê Palo di 71 saliya xwe de koça dawî kir û li goristana Mehmeqeyayê ya bajarê Qamişloyê hat veşartin