BÛYERPRESS
Desteya tenduristiyê ya herêma Cizîrê ragihand ku du rewşên ketina bi Koronayê hatine tomar kirin yek li Qamişloyê û ya duyemîn jî li bajarê Hesekê.
Hate ragihandin ku her du hevser û hevjînê hev in li gorî ku wezareta tenduristiya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihandiye.
hevseroka desteya tenduristiyê li herêma Cizîrê Raperîn Hesen ji Bûyer fm re ragihand :
Piştî pişkinîna cîhazê PCR ji wan re çêbû,derket encama her du kesan posîtîv,her du kesê wê têkevin kerentînê tevî malbataên xwe.
Herêma ku têdebûn jî bi temametî dikeve kerentînê de..
Di vê navberê desteya tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê bang li hevwelatiyan kir ku li gorî rênima û zagonên xweparastinê li tevahî herêmê tevbigerin.