BÛYERPRESS
Amûr û alavên rûbirûbûna vayrosa Koronayê li bakur û rojhilatê Sûriyê kêm in,metirsîneke mezin ser jiyana hevwelatiyan û bi hezaran penaberan dirust dike.
Rêxistina Human Rights Watch Bangewaziya Gihandina Alîkariya Tenduristî Bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kir
Di vê derbarê rêveberekî wê rêxistinê Cêrî Sîmbison ragihand :
2 miylon kes li Bakur û Rojihilatê Sûriyê asteng bûne,ti amûr û alavên wan yên pêwîst ji bo rûbirbûna vayrosa Koronayê tine ne.
Rêxistinê da zanîn ku ji sala 2019’an ve ti karwanekî alîkariyê di rêya Şamê re bo bakur û rojhilatê wî welatî nehatine şandin.