Şevê din li kampa Xanikê ya koçberên Şengalê agir bi çadirekê ket û di encam de 3 zarokan canê xwe ji dest dan.
Derbarê bûyerê de çavkaniyekê ji kampa Xanikê ser bi Duhokê ji BasNewsê re got: ‘’Dema ew malbata koçber a Kurdên Êzdî bi şev radizên mûmekê pêxistî dihêlin û piştre ji ber wê mûmê agir bi çadirê dikeve û di encam de 3 zarok ku du ji wan keç in canê xwe ji dest didin.’‘
Temenê keçeke ji wan 6 û ya din jî 4 salî ye û kur jî 2 salî ye, herwiha malbat hemû ji 7 kesan pêk dihat. Ji dema Şengal ji aliyê DAİŞ’ê ve hat dagîrkirin bi hezaran malbatên Kurd ên Êzdî koçberî Herêma Kurdistanê bûn û beşek ji wan jî li kampa Xaniyê hatin bicîh kirin.
Ji aliyekî din ve ji ber barîna rêjeyek zêde ya baranê li navçeyên Herêma Kurdistanê, li Kampa Xanikê 110 kon ên koçberên Şengalê di bin avê de man. Parlementerê Iraqê Macid Şengalî ji BasNewsê re got ku ji ber barîna rêjeyeke zêde ya baranê li sînorên parêzgeha Duhokê, doh Yekşemê 110 konên koçber û derbideran li Kampa Xanikê, ya taybet bi Kurdên Êzdî, di bin avê de man.
BasNews