–
Hekîm Ehmed
Awirên êrîş didan dil, rast û çep
– Tê de kûr çûn wek derba xencerê
– Ew nerînên nerm ji çavên hênijî
– Bûne serdestî, ji alî serwerê
– girnijîna watekûr û kulrevîn
– Bû diyarî, ew ji çavên porzerê.
٭Ji helbesta /Xameya Evîndar/ a Mehmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn).
– Awirên êrîş didan dil, rast û çep: Helbestevan li şûna (Çav) (Awir) bikar tîne ji ber ew ne dîmen û pesindana çav dixwaze lê mebesta wî bandoriya çav e. Berê wan awiran jî ne li Ez(min) a helbestevan bû lê li dil (navenda hestan) bû. Rast û çep jî dorpêçkirineke ji ber ku çavên wî bixwazin birevin wê herin aliyê rastê yan şepê.
– Tê de kûr çûn wek derba xencerê: Di wêneya çav a klasîk de awir pirê caran (Tîr) in, lê Evîndarê Xemgîn bi (Xencerê) birîneke mezintir nîşan dike.Ew awirên gelekjimar jî dibin yek bi derba xencerê.
– Ew nerînên nerm ji çavên hênijî: Li vir piştî ku awiran êrîş dikir, hest tenik dibin, nerîn nerm dibin û çav hênijî xuya dibin ne ji xewê lê ji çelengiyê.
– Bûne serdestî, ji alî serwerê: Balkêş e ku serdestî û serwerî piştî nerînên nerm bûn, ne piştî awirên êrîşker bûn tevî ku jêder yek e lê hest û helwestên helbestevan ji wan têvel in.
– girnijîna watekûr û kulrevîn: Weke çawa awir berî çavan, girnijîn jî berî lêvan têne pesindan çimkî mebesta helbestevan ne wêne bi xwe ye,lê ya giring hest û bandoriya wêneyê ye. Di klasîkiya Kurdî de (kulrevîn) pesnekî kevn e lê (watekûr) pesnekî nû ye ji girnijînê re, belkî ji bandoriya zimanên cîran be.
– Bû diyarî, ew ji çavên porzerê: Diyarî derman bû (girnijîna kulrevîn) piştî (derba xencerê) ji awiran. Nîgara Evîndarê Xemgîn piştî çav û lêvan bi (porzerê) tekûz dibe.
Hêja ye ku em nîşan bikn ku di helbesta klasîk de, helbestevan dubarekirina wêne û wateyên helbestevanên berî xwe nabîne qelsiyek, lê ew her di çarçewên nû de xweş dibe, weke çawa hemî evîndar (Ji te hes dikim) dubare dikin bê ku çirisîna hestên vê hevokê kêm bibin.