Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya Êranê Hiseyîn Yezdanpenah diyar kir ku di nav pêşmergeyan de ew jî cih digirin û tevî pêşmergeyan li dijî DÎŞIyê şer dikin.
Yezdanpenah ji ajansa Anadolê re gotiye:”4 yekîneyên me yên ku ji 400 kesî pêk tên tevlî pêşmergeyan li bi DÎŞIyê re şer dikin. Yekîneyên me di hemû eniyan de li rêzên pêş cih digirin.”
Yezdanpenah diyar kir ku ew li gor hişê xwe tevgeriyane, kesî û yan jî komekê aqil nedaye wan û got: “Me ji tu kesî û komê piştgirî û çek nexwest. Yekîneyên ku di bin emrê me de ne bi derfet û çekên xwe çûn cepheyan.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Yezdanpenah reşwa Kobanêyê jî bi bîr xist û got ku wan ji bo piştgiriya Kobanêyê jî yekîneyeke ku ji 100 leşkerî pêk tê amade kirine lê ji ber şert û mercên erdnigariyê hê jî bi rê nekirine.
Partiya Azadiya Kurdistanê, bi destê kurdên Êranê di sala 1991an de bi navê Yekîtiya Gel a Şoreşgerên Kurdistanê hat damezrandin. Navê partiyê di kongreya sala 2006an de guherî û bû Partiya Azadiya Kurdistanê.
Serokatiya partiyê jî Elî Qaziyê kurê Qazî Mihemedê ku di sala 1946an de “Komara Kurd a Mehabadê” ava kir û paşê bi destê rejima Êranê hat dardekirin, dike. Partî hemû xebatên xwe yên siyasî li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi rê ve dibe û di nav sînorên Êranê de tu şax û beşeke wê jî tuneye.
Xendan