Hat ragihandin ku li ser bingeha zaniyariyên şervanên Kurd ên li Kobanê, balafirên hevpeymaniya navdewletî pêgehên çekdarên DAIŞê li wî bajarî bombebaran dikin.
Çavkaniyekê ji artêşa Amerîka ragihand ku, ji bo encamdana operasyonên ezmanî li dijî pêgehên çekdarên DAIŞê li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê û gundên derdora wê, hevahengî di warê zanyariyan de navbera artêşa Amerîka û şervanên Kurd ên li Kobanê şer dikin heye, li gor nûçeyeke televîzyona CNN a amerîkî.
Çavkaniyê ku nexwestiye navê wî aşkere bibe, tekez kir ku zaniyariyên ku şervanên Kurd didin Amerîkayê alîkariyeke zêde dane operasyonan da armancên xwe li ser erdê bi hûrî bombebaran bikin.
Roja 10ê Îlona burî, Serokê Amerîka Barack Obama stratejiya ji nav birina DAIŞê aşkere kir, ji bo pêkanîna armancên wê stratejiyê jî hevpeymaniyeke navdewletî ji 40 welatî hat pêkanîn, ku niha bi rêya operasyonên ezmanî pêgehên çekdarên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê bombebaran dikin, bi taybet pêgehên rêxistina navburî li bajarê Kobanê û gundên derdora wê.
Derbarê awayê veguhestina wan zaniyariyan navbera şervanên Kurd û Amerîkayê de, wê çavkaniyê aşkere kir ku, şervanêna Kurd zanyanriyan li ser cihê mayîna çekdarên DAIŞê dighîne navendên taybet bi xwe li Sûriyê û Iraqê, ji wê de jî bo leşkerîn amerîkî, yên li Hewlêrê bicih bûne, tên veguhesin, li ser bingeha wan zaniyariyan jî balafirên hevpeymaniya navdewletî armancên xwe bombebaran dikin.
Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) jî red kir ku ti daxuyaniyê li ser vê pirsê neda.
BasNews