BÛYERPRESS
11`ê vê mehê anku beriya du rojan li nava bazara Qamişloyê 3’ê Teqînên li pey hev çêbûn.
Di encama van teqînan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan,42 kesên din jî birîndar bûn.Hêzên Ewlekariya Hundirîn ( Asayîş ) der barê lêkolînên wê der barê teqînan de daxuyaniyek da.
Hêzên Ewlekariyê ( Asayîş ) ragihandin ku şaneya çeteyên ku teqînên li Qamişloyê pêk anîbûn,desteser kirin…Li gorî lêpirsîna ku hatiye parve kirin,kesekî ji Tirkiyê têklî bi vê toreya çeteyan kiriye, û ev teqînên hanê encam dane.