BÛYERPRESS
Serokmarê Tirkiyê Erdogan li gel Serokê Emrîkî Donald Tiramp li paytexta wî welatî Waşintinê civiya..
Berî ku Erdogan seredana Waşintinê bike,rawêjkarê Tiramp gef li Tirkiyê xwaribû û gotibû em ê siza û cezayên giran li ser we bisepînin.
Serokê Emrîkî Donald Tiramp di heman demê de got ku kordîneya wan li gel HSD’ê berdewam ji bo parastina bîrên petrolî yên li Bakurê Sûriyê û nehêle ku têkeve destê DAIŞ’ê de.
Her wiha Tiramp,Erdogan hişyar kir ku sîstema fûzeyî ya S -400 bikire û têxe nava hêzên NATO’yê de û got ev zirarê digihîne têkliyên wan yên Bi Tirkiyê re.