Îro, yekem karwanê çek û pêdiviyên leşkerî ku Elmanya ji Herêma Kurdistanê re şandibûn, gehiştin Hewlêrê.
Di demên borî de gelek welatan ragehandibûn ku di şerê DAİŞ’ê de wê alîkariya Herêma Kurdistanê bikin û çek û pêdiviyên leşkerî ji Hêzên Pêşmerge re bişînin, Elmanya jî yek ji wan welatan bû.
Piştî ku hikûmeta Elmanya yekem karwanê çek û pêdiviyên leşkerî ji Herêma Kurdistanê re şand, îro ew çek û teqemenî gehiştin Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê. Li gor daxwiyaniya Wezareta Berevaniyê ya Elmanya, îro balefireke leşkerî ku gelek çek û teqemenî hilgirtibûn, gehişte Herêma Kurdistanê.
Çek û teqemeniyên Elmanya yên ku ji Pêşmergeyên Kurdistanê re şandine, ji 50 fûzeyên antîtank, 250 çekên kaleşînkof ligel 20 top û çekên din pêk tên. Ligel wê balefirê hejmarek leşkerên Elmanya jî gehiştin Hewlêrê daku li ser bikaranîna wan çekan Pêşmerheyên Kurdistanê perwerde bikin.
BasNews