Gêzer pincarek wek tiviran reha xwe wek singan (qazux) xwe di erdê de berdide. Herçend di eslê xwe de pincare jî lê wek dikakan (zerzewat) çandinîya wê tê kirin, pir bi vîtamîn û mîneral e. Di dinê de 60 cûreyên wê hene. Bi rengan ve pirteqalî, zer, reş û mor in.
Prof. Dr. Îbrahîm Saracoglû di derbarê gêzerê de dibêje: “Di gêzerê de dervayî madeya Acethylcolîn 17 madeyên din ku jibo nexweşîya Alzheimer bikêr in hene.
Lêkolînan tesbît kirîye ku kesên gêzeran pir dixwin, nexweşîyên penceşêra qirik, mesane (kîskê mîzê- kunmîz), malzarok, rûvikên stûr, prostat, borîya xwarinê, % 50 bi wan re kêm bûye (daketiye).
Li gor lêkolînên Unîversîta Harvardê, di hefteyê de 5 rojan xwarina gêzerê % 68 rizîkoya ketina kirîza dil û destistan ( felcbûnê) ji holê radike.
Prof.Dr. Ahmet Marankî dibê: “Gêzer herwekî dostê dil e, jibo daxistina kolestirolê jî rêya herî hêsa ye. Gêzer ji ber hewandina lîfên hundirê xwe, jibo arêşeyên qebizê pir bikêr e”.
Kêrhatî :
1- Qebizê hiltîne
2- Edavên aşik (mexde) û rûvîkan radike û xwîna wan rediwestîne.
3- Ji alzheimê û ji jibîrkirinê re dibe alîkar
4- Navçûyînê (virik- ishal) dibire
5- Bêxwewîyê hiltîne
6- Şîrê dayikê zêde dike
7- Hêza zayendî (seksî) zêde dike.
9- Pêşîya nexweşîyên çerm û çavan digire û çavan bihêz dike.
10-Zindetî û tazetîyê dide çerm û kurîşkên çerm rast dike.
11- Êşên gurçikan disekinîne, zindetîyê dide beden, iştahê vedike, jibo kewîna brînan dibe alîkar.
12- Goştê diranan bihêz dike.
13- Pêşîya qirîza dil û destistanî (felc) yê digire, têgeheştinê (fahmê) zêde dike.
14- Pêşîya bêhntengî, bêdesthilatî (jênehatin, bêkêrî, nekarîn) digire û tedawî dike.
15- Jibo kêmbûna serêş û êşên mîgrenê dibe alîkar .
Xendan