Partiyên Rojhilatê Kurdistanê amade ne li Kobanî şerê DAIŞê bikin. Lê PDKÎ dibêje, bi mercekî emê pêşmergeyên xwe bişînin wê derê ku hemû hêzên Rojava bibin yek.
Li Kobanî şerekî giran qewimiye û ew herêma Rojavayê Kurdistanê di bin êrişên giran ên DAIŞê de ye û bi deh hezaran kes ji mal û warê xwe reviyane û koçber bûne.
Rêveber û xelkê herêma Kobanî dibêjin, em bi tenê nikarin wê derê biparêzin û li ber êrişên DAIŞê li ber xwe bidin ji ber wê jî divê kurdên perçeyên din ên Kurdistanê alîkariya me bikin.
Mîna hemû hêzên Kurdistanî hêzên Rojhilatê Kurdistanê jî amadebûna xwe ji bo alîkariya herêma Kobanî nîşan dane û dibêjin, ew amade ne herin wê derê û li dijî DAIŞê bikin.
Heta niha partiyên Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê, Sazimana Xebatê ya Kurdistana Îranê, Partiya Azadiya Kurdistanê, Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komonîst, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) bersiva banga alîkariyê ya Kobanî dane û ragihandine, ew amade ne herin wê derê li dijî DAIŞê şer bikin û Kobanî biparêzin.
Lê Endamê Polîtburoya PDKÎ Rostem Cehangîrî li ser şandina alîkariyê bo Kobanî mercekî datîne û wiha dibêje: “Divê em bizanin ka kîjan aliyên Rojava ji me alîkariyê dixwaze. Ji ber ku heta kurdên Rojava nebin yek alîkarîkirina aliyekî tenê dibe alîgiriya wî alî.”
Partiya Demokrat a Kurdistanê jî ragihandiye, ew pêşmergeyên xwe naşînin Rojavayê Kurdistanê ji ber ku “şert û mercên wan” rê nade vê yekê.
Hewlêr (Rûdaw)