(Efrîn): Hêzên Cephet El-Ekrad gundê Tilêlîn ê li derdora bajarê Ezazê ji çekdarên DAIŞê rizgar kir. Di çalakiyeke El-Ekrad li gundê Til Ehmer ê Babê de 10 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin.
Lîwaya Eniya Kurdan (Cephet El-Ekrad) bi alîkariya lîwayên Fecir El-Huriyê gundê Tilêlîn ê ku dikeve bakurê bajarokê Marii yê girêdayî bajarê Ezaz, duh piştî şer û pevçûnên dijwar ji çekdarên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Li gor çavkaniyên herêmî, di encama şer pevçûnan de bi dehan çekdar hatin kuştin. Çekdarên DAIŞ’ê navenda gund û derdora wê bi topên hawanê topbaran kirin. Lê di encam de tu ziyan çênebûn.
Di heman demê de, hêzên El-Ekrad li gundê Til Ehmer ê li derdora bajarê Babê êrîşî baregehekî DAİŞ’ê kirin û di encamê de 10 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin û zêdeyî 30 çekdar jî birîndar bûn.
BasNews