Şengal – Beriya demekê çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şamê (DAIŞ) di dema hêrişkirina ser gundê Duhola ya ser bi navçeya Sinonê ketin kemîneke Yekîneyên Parastina Şengalê ku di encam de ziyaneke mezin gihîştiye wan.
Çavkaniyekê ji gundê Duhola bo Malpera Xendan ragihand kum beriya bêhnekê çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şamê (DAIŞ) xwestin hêrişî ser gundê me bikin lê ketin kemîneke Yekîneyên Parastina Şengalê û şerek dijwar di navbera wan de rû da ku heya niha ew şer berdewame.
Her weha got: Li gor zanyariyên me ziyaneke mezin gihîştiye çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şamê (DAIŞ).
Gundê Duhola li jêr kontroka Yekîneyên Parastina Şengal û Yekîneyên Parastina Gel de ye ku dikeve Rojhelata navçeya Sinonê ya li qezaya Şengalê.
Xenedan