Wezîrê Lihevhatina niştimanî yê Sûriyê Elî Heyder got divê artêşa Sûriyeyê biçe Kobaniyê.
Elî Heyder, di daxuyanieke taybet de ji bo Rûdawê got, di şerê Kobanî de, Tirkiyê raste rast alîkariya rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) dike, ew dixwaze êrîşên DAIŞê bike hicetek ji bo ku derbasî Kobanî bibe û ji wê derê derbasî Helebê bibe û li ser sînor herêmeke tampon çêbike.
Heyder tekez kir ku YPG tenê nikare Kobanî li hemberî DAIŞê biparêze û ji ber vê yekê jî divê Artêşa Sûriyê mudaxele bike û ligel YPGê şerê DAIŞê bike.
Wezîrê Sûriyê her wiha diyar kir ku Kobanî herêmeke Sûriyê ye pêwîstê artêşa Sûriyê ye ku Kobanî li hemberî êrîşên DAIŞê biparêze
Rûdaw