Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku, êrîşa DAIŞê li ser herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê êrîşe li ser gelê Kured û got ku her tiştê ji dest Pêşmergeyan bê ew dê ji bo Kobanê bike.
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ku duh, 19ê Îlonê, derbarê êrîşa DAIŞê li ser Kobanê belavkiribû, hatiye: “Êrîşa DAIŞ a terorîst li ser birayên me yên Kurd li Kobanê metirsiyeke li ser gelê Kurdistanê bigiştî, lewma piştgirî û alîkariya wa bi her awayekî pêwîst, erke li ser milê me hemûyan.”
Di daxuyaniyê de wezaretê ragihand ku ew wek Wezareta Pêşmerga û Hikûmeta Herêma Kurdistanê “Tevî rûbirûbûna berfereh ya di stûyê me de li Başûrê Kurdistanê, em amade ne her çi ji dest me bê bo wê yekê bikin.”
Wezareta Pêşmerge daxwaz ji welatên hevpeyman kir ku alîkariyê pêşkêşî Kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin, ji ber ku heman dujmin êrîşî wan dike.
Basnews