BÛYERPRESS
Zeynulabdîn Zinar
Peyvika folk wateya xwe bi kurdî ango xelk, peyvika lor jî bi wateya zanîn/zanist e. Îcar dema ev herdu peyvik gihane hev, wateya zanistiya gel dide û di kurdî/kurmancî de jî bi wateya gelêrî tê gotin.
Peyvika folklor cara pêşî li Londrayê sal 1846, ji aliyê William Thomasî (1803-1885) ve di kovara Athenaeumê de hatiye bikaranîn. Vî camêrî, ev peyv wek Folk-lore bi kar aniye. Piştre jî Elmaniyan peyvika folkloreyê bi kar aniye. Hin bi hin ev peyv li dinyayê (xasma jî li nava neteweyên ku zimanê wan Hinoewrûpî ye) belav bûye her wisa ketiye nava zimanê kurdî jî.
Peyvika ”folklor” di nava xelkê de, ji van tiştan re tê gotin: Li welatekî, di nava gelekî/neteweyekî de, yan jî li herêmekê, ew çalakiyên taybet ên ku xasê bi xelkê ve lê ji aliyê xelkê ve bi nêvekarî têne bikaranîn, bi piranî jî di nava xelkê de ji tiştên mîna çîrok, meselok, stiran, leyztik, dîroka devkî, evsane, serpêhatî, destan, henek û laqirdî, gotinên pêşiyan, tore u hwd. re tê gotin.
Lê belê peyvika ”folklor” bi vî hawayê li jorê ku di nava xelkê ku tenê ji van tiştan re tê gotin, ne rast e. Lewra folklor bi wateya xwe ya ferhengî, gelek fireh e û ji hemû tiştên ku têkiliya xelkê bi wan tiştan re heye re tê gotin.
Folklora Kurdî ew tiştên çandî ne ku tenê yên Neteweyê Kurd in, wek çîrok, çîrvanok, çîrokên rawilan, stiran, meselok, pêkenok, serpêhatî, heyranok û Payîzok, şîret û nesîhet, Gotinên Pêşiyan, biwêj û gwd.
Bêguman folklora her neteweyî, girêdayê bi çanda wî neteweyî ve ye. Eger çanda neteweyî dewlemend be, folklora wî teweyî jî dewlemend e. Eger çand lewaz be, folklor jî lewaz dibe. Yanî folklor, wêneyê xwe ji yê çanda netewî werdigire.
Folklor serwet, saman û şanaziyeke wisa pîroz û giranbiha ye ku ne jê re nirx tê hesabkirin, ne jê re kêşan heye û ne jî pîvan çêdibe. Herweha folklor ji her neteweyekî re wisa girîng e ku ew netewe bi alikariya berhemên folklorî, xwe ji mirina netewî rizgar dike.
Ev yek eşkere ye ku hemû miletên pêşketî yên ku îro li dinyayê xwediyê dewleta xwe ya nûjen in, vê çanda xwe ya heyî li ser du bingehan ava kirine.
Yek berhemên wan ên folklorî ne.
Dido berhemên wan ên klasîk in.
Ev Nivîs Di Hejmara 86’an a Rojnameya Bûyerpress’ê De Hatiye Weşandin