BÛYERPRESS
Êdî bikarhênerên sepana platforma Whats Appê dikarin bi kurdî bikar bînin.
Yek ji hezkiriyê zimanê kurdî ku li ser teknolojiyê xebatan dike Gernas Nenas WhatsApp wergerand kurdî û got êdî bikarhêner dikarin WhatsAppa Kurdî dabixînin û bikar bînin.
Di warê teknolojiyê de pêşketinek din jî li kurdî zêde dibe. Sepana peyam-şandinê û lêgerandinê ya xwedî taybetmendiyên xwe ya navbera platforman WhatsApp Messenger ya ji bo ” Telefonên Jêhatî” êdî bi kurdî ye.
Naveroka hemû beşên WhatsAppê bi kurdî hat amadekirin.
Kesên ku dixwazin WhatsAppê bi kurdî bikar bînin dikarin peyda bikin û daxînin telefonên xwe.
Di cîhanê de yek ji sepana ku herî zêde peyam pê tên şandin WhatsApp e ku bi kurdî hat amadekirin û vê yekê kêfa bikarhênerên kurd jî anî.
Yek ji hezkiriyê zimanê kurdî Gernas Nenas ê ku di warê amûr û videoyên teknolojiyê de li ser kurdî dixebite demek dirêj bû ji bo ku WahatsAppê wergerîne kurdî dixebitî û ev xebata xwe temam kir.
Nenas bi qasî mehek xwe ji çêkirina Whats app’a kurdî veqetand û bi sepana bernameya bi navê APK eîdtor a di Telefonê de çêkir.
Nenas behsa xebata xwe ya ku mohra serkeftina xwe lêxist kir.
Gernas Nenas diyar kir ku zimanê kurdî ne tenê zimanê axaftinê ye di heman demê de zimanê nivîsandin, xwendiyê ye û wiha got:
“Ez pir fikirîm li ser teknolojiyê. Çima em teknolojiyê bi zimanek din bikar tînin. Lewma min xwest êdî WahatsAppa kurdî jî hebe. Min çend caran bi WhatsAppê re têkilî danî lê bes bersiva erênî nedan. Xwe nêzî WhatsAppa kurdî nekirin. Min li ser sepanê APK Edîtor ewil ji bo xwe ceriband. Piştî min ceriband serkeftî bû û min dît ku tê wergerandin. Pişt re ez fikirîm ku çêbikim û vê sepana kurdî belav bikim.”
Nenas diyar kir ku ji ber ferhengek peyvên teknolojiyê nîn e di warê bicihkirina peyvan de hinek zehmetî kişandiye û wiha dewam kir:
“Ji bilî zehmetiya peyvan, wekî din ev xebat xweş dimeşe. Xebata kurdî ji bo min cihê kêfxweşiyê ye pê şa dibim û
Ji bo alîkariya hemû heval û dostan jî spasdar im.”
Nenas da zanîn ku ji destpêkê heta dawî her beşên wê bi kurdî ye û wiha got: “Heke bikarhêner rabin têde bi tirkî binivîsinin ne bi kurdî ye, lê heke bi kurdî binivîsinin her tiştê wê dibe kurdî. Hemû naveroka wê bi kurdî ye. Va me çêkir, îcar dora bikarhêneran e. Ez daxwaz dikim ku têde bi tirkî nenivisînin. Em hêvî dikin ku dê hemû bikarhêner ji bo heval û dostên xwe parve bikin û wê WhatsApp jî bibîne ku va kurd xwedî li zimanê xwe derdikevin. Belkî êdî ew jî bi awayek fermî bi zimanê kurdî WhatsAppê çêbikin ku em dikaribin daxînin.”
Nenas destnîşan kir ku ew ê sepana WhatsAppa Kurdî li ser malpera http://teknistan.com/ dê belav bikin û got:
“Em ê ji bo daxistina WhatsAppê hemû tiştî binivîsinin li ser malpera teknîstanê.
Tenê li şûna ku di Play Store de daxînin, dê li ser teknîstanê daxînin.
Her tişt eynî ye.
Ne hewceye pê li tiştekî teknîkî bikin. dadixînin û saz dikin.”
Nenas da zanîn ku ji ber,WhatsAppa kurdî ji şirketa WhatsAppê re ne fermî ye qebûl nake ku Play Store sepanê bide belavkirin.
Ev Nivîs Di Hejmara 86’an a Rojnameya Bûyerpress’ê De Hatiye Weşandin