BÛYERPRESS
Selahedîn Yûsiv
Di encama şerê li Sûriyê de, hêzên sermeyedar hebûna xwe li ser vê axê diparêzin. Ji bo wê jî şoreşa Sûriyê ji şoreşgertiyê bidûr xistin. Avakirina komên çekdar ku şerê hev dikin, di rastiyê nûnerên wan hêzên navdewletî yên mezin in.
Aliyên şer, çepgir û rastgir em dikarin binav bikin, Sûriyê weke qadeke ku şerê cîhanê yê sêyemîn li ser tê meşandin, şer dikin, di encamê de tu projeyeke wan a çareseriyê nîne. Berûvajî wê, kîjan hêz dikare bibe sermeyedarê cîhanê, wê di encama vî şerî de were diyarkirin.
Li Rojhelata Navîn, lihevkirin û hevpaeyman tên guhertin. Ya serdest, berjewendî ye. Yanê dostê duh dijminê îro ye û dijminê duh dostê îro ye.
Ji bo wê em dibîninn ku weke hêzeke cudayî van hêzên heyî, QSD derket pêş û projeyek ji bo çareseriya aloziya Sûriyê pêşkêş kir.
Lê weke kurd ku hebûnekê ava dikin, ji bo ewlekariya neteweyî ya dewletên dagirkerên Kurdistanê dixe xeteriyê, ew dewletên li ser axa Kurdistanê di encama hevpeymanan de hatine çêkirin, di mijara Kurd de dibin yek.
Ya aşkere şerê hebûna Kurdan dike jî Tirkiyê ye.
Lê ji ber Kurdên Bakurê Sûriyê bi Kualisyonê re havpeyman danîne û şerê Daîşê dikin, di piştê re, Tirkiyê êrîş vê erdnîgariyê dike, ya diyar Tirkiyê naxwaze Daîş bidawî bibe, ji ber wê avakiriye û her destekê didê ye.
Li aliyekî jî Rûsiya, ji ber berjewendiyên xwe ku bi awayekî fermî Sûriyê bi rê ve dibe ku tenê rêjîma Baas û Essed weke peykerekî mane.
Hebûna Kualisyonê li bakurê Sûriyê wê domdar be, berûvajî hin daxuyaniyên fermî ên derdikevin in, ji ber hebûna wê, di serî de rê li pêşiya Îranê digire, a rast jî bi vê mandinê, welatên Kendavê diparêze.
Di encamê de şerekî aborî ye, ku ka kîjan hêz dikare bazarên xwe biparêze. Ji ber Tirkiyê hevkarê Emerîka ye û endamekî Nato ye, Emerîka zû dev jê bernade.
Ya hiştiye ku Tirkiyê berê xwe bide Rûsiya û hevpeymanan çêbike Kurd in û di encama wê bazariyê de Efrînê dagir bû, ya rast şerê li hember Kurdan e. ji bo Emerîka bikaribe Tirkiyê razî bike û ji Rûsiyayê dûr bixe, divê pîvanekê di navbera Tirkiyê û hebûna xwe li bakurê Sûriyê çêbike.
Ji bo wê, hewildanên Emerîka ku Tirkiyê û QSD/MSD li ser masyekê rûnin, pir in û dawî de jî ev yek wê bibe, ji ber li Tirkiyê pirsgirêkên navxweyî û aborî wê ber bi hilweşandinê ve dibe.
Ya Tirkiyê dixwaze, a yekê li motika Kurdbûyînê bixe, dagirkirina Efrînê jî ev peyam bû.
Ya din jî rewşa aborî ye, divê Tirkiyê çavkaniyên aborî bi hevkariya Rûsiya û rêjîma Baasê bidest bixe, ji bo wê jî deriyekî nû li Efrînê vekir. Ku Emerîka rê li pêşiya vê hevkariya Tirkiyê û Rûsyayê bigire û Tirkiyê bi Rêveberiya xweser li Bakurê Sûriyê bide pejirandin, divê hevkariyeke aborî di navbera Bakurê Sûriyê û herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de çêbike. Ev jî mercekî bingehîn ji bo diyalogên ku di navbera QSD/MSD û Tirkiyê de, di pêşerojê de dê bên çêkirin ji aliyê Kualisyonê ve dê were danîn.
Ji ber hêzeke altirnatîf ji bilî QSD ku şerê Daîşê bike tuneye, hebûna Kualisyonê jî li ser wê esasê ye, ji ber wê jî diviya bû hin soz û şîrovekirin li ser êrîşên dewleta Tirk bidana, bersiva yekê gera li ser sînor, ya duyemîn avakirina navnedên çavdêriyê û ya sêyemîn jî destekdayîna leşkerî û perwerdeya QSD ye.
Gefên dewleta Tirk li ser Bakurê Sûriyê heya hilbijartinên meha Adarê ya şaredariyê wê her hebin, lê nikare ti gaveke din weke ya Efrînê biavêje, ger gaveke bi wî rengî avêt wê Tirkiyê di demeke nêz de were hilweşandin. Ev yek jî di van deman de ne ji berjewendiyê Emerîka û Ewrûpa û Rûsiyayê ye.
Ger Emerîka û tevahî Kualisyon ji Bakurê Sûriyên derkeve, dê Dewletên Kendavê û Îsraîlê ve têkevin xeteriyê û Îran dê li tevahî Sûyê belav bibe, Rûsiya û hevkarên wê dê bibin sermeyedarên cîhanê û Ewrûpa dorpêç dibe û rewşa aborî Ya Emerîkayê dikeve xeteriyê. Ji bo wê jî divî Kualisyon destekeke siyasî jî bide rêveberiya Bakurê Sûriyê. Dawî de jî ger Tirkiyê ji xaka Sûriyê dernekeve wê bi ber pêla hilweşandinê keve.
Ev Gotar Di Hejmara 86’an a Rojnameya Bûyerpress’ê De Hatiye Weşandin