BÛYERPRESS
Sê Koç Rewan:
Xeyal bîrek kûr, bê ben
Bendavek bê av, tim bi kel
Diherike kel, bê kel
Difûrike keldûxan
Diniqute xwêdan, bê deng
Bê war
Li ser hustuyê hustuxwaran
Li ber benê bê xweda
Li kevanên tarî
Bê sitar mam bi carek…
Jiyan dereweke bê emir, emrekî kin
Kirasekî qermiçî, weke kêlên bişkuvî
Ji ber xwe dibişkuve bi xwe-ber
Bi çavên kilkirî, bejna tenik
Bi ramûsanên bê hempa
Di xapan de diçilmise tim, tim.
Reşik çarika xwe girê dide
Geh li Ser Xetê geh li Bin Xetê
Talanî, malwêranî
Li ser taca bê Welatiya min
Kirin tac…
Tac bû dojeha siberoja min
Hişê min diniqirîne
Curmê hustê min
Di bin sorbelaya romiyan de
Rijî hişt, dahnê mîrkutê min
Ez dinalim li ser birînên xweyî kal
Ji ber horiyên bejin rihan
Li ber rihanokên bînbinevş
Li ser girên bê zar
Ji zimanê xwe weşiyan
Di xeyalên çemê Şerabê de
Li bihuşta ramûsanên xweş-xeyal
Ez raketim
Barê pişta min, kulên sedsalan hildigire
Di Deştên rê dûr xewnên dirêj
Li ser pişta dilê minî necewidî
Nacebire bi xeyalên vala
Bi biratiya derewîn
Xeyal kullan derman nake
Bi olên xapînfeq…
Di bin siya tuxûban de
Mizawiran daf vegirtin
Bi kemînên dil êş
Êşan rû dan li rû
Êş li ser rû vegevizî…
Fedî bê star, ji ber xwe bi fedî ma…
Sal bihurîn
Dem di gunehê xwe de cemidî…
Deriyê sînorê dilê xwe vekirin
Ji karwanên bê Al, ji koçberên bê Welat
Bi xwe bûn koçber, bê cî û war
Xericîn di bin siya xemê ne diyar
Ref girtin Qulingên Koç-rewan
Çend Şet, çi Çem derbas kirin bê bihur
Rapelikîn bejna siya şevê tarî û xewle
Ji xelekan xwe berdan
Rûnê Nîvişk di hîz de diheliya
Xaçirêkan rêz girtin, bûn rê
Xaçirêk qelişîn li ber lehiyê…
Di sereba dilan de hilnedihat
Şênî, di xewin xewan de westiyan
Dayikan, xof li Zarokan dilorand
Dergûş, li ber navên Koç-rewana radizan
Tifaq kûr velidî li ber ahda sê bira
Wek sê Çiyan bûn sêpek, bi hev re piştgirî
Welidî jiyan seranser, li ber sozê, bi hev re piştgirî…
Gedetî, rêyek dûr, bê veger
Sedema li bin şopan dişopîne
Dîrok li ser şopê xwe dilûse
Li ser Kaniya Nikil
Li bin siya Dara Zêl yê
Ji ber şopên bi dîrok
Di dojeha emrê nîvqurmiçî de.
Di ker-rika guhê min de
Pêlên bê di serxweşiya perwanan de
Bêndera xwe, bi pêl fire digerînin
Nawelidîne carek din ji nû de
Nawelidîne Mamê min.
Roj, di sereba sibê de herikî
Fesadî, di legana dimsê de werimî
Kun, der bû, nezan dibixudî
Li Şev-reşan Namûs xwîn digerîne
Li nav Civaka Golikê mîjo
Bê hestiyarî ma Netew, li Beyarê Golika
Kitan û Simalan hubir, xwe neqişand
Li ser bejn û balên zirav…
Şev xemiland
Zê, nedît roniya rojê
Xinceran rê girtin, li ber bavên bêber-awiqîn…
Dinaliyam di şevên Qanûna dirêj…
Ji hewara kezebê
Ji çîrokên nehewandî
Ji talanên pêxwas
Li ser sîya xwe weşiyan
Li pahniya xwe hilkumîn
Li ser Kaniya Pahn.
Konê kesera dilê xwe vegirtin
Li ser tuxûbê ne ewle
Kûçik dirreyan li bin sîya teşîyan
Li ber tevnên nehûnandî.
Dem buhirî, ba sekinî
Guran li ber hêviyên berjewendiyên xwe pal didan
Li ber taldê palên pez-şevîn
Li şûna mexelên Beranên Çav-reş.
Xwîxweş
Şêrkujan şûr şikandin
Di kejiyê gîzoka xwe de.
Ewr, koçber bûn bi koç-rewenên bê rê
Bi pilingên bê war re bûn heval
Li ser rêyên bê-heval.
Kaniya Misrîn miciqî
Erd bêwext avis ma, tî û bê hal.
Çerm, tenêbûna xwe dibiraşt
Di kûreyên vemirî
Û sarînca dilê xwe de
Gotin bi fikar man
Destpêkan do didotin
Do, Kar têr nedikir,
Di têrra vala
Û parzûnên bê guhan
Şîr, havên nedihewand
Berxên ber makê
Di tariyê sawgiran de
Berpezkê Şivanan, bi boçikên wan girê dida…
Îro, di hembêza guheran de ker bûn
Birçî, tevin tev gerandin
Lal, axivîn
Bi lorînan nedihewiya zikê vala
Di nav qumatkên jan pêçkirî de
Li paş deriyên nepenî
Bê debar, bê-Gezik, bê Mazî
Li Çiyayê Mazî
Ciherên vala hilgirtin
Melodiyên Mazîçinê di dil de
Bi stran axivîn…
Ji Aafara Ceh, Xela dibariya
Avgermek jî bê kel dima
Li ber kuçikê xuşora temirî.
Çareserî
Avdew diza, bê dew
Di himbêza dilê min î nesitirî’d
Nesitirîn…
Di nav xeyalên xewn-zayî
Min xewnek dît
Jiyan diherikî di rêyên xaçirêk
Di xaçirikên bê rê de meşiyan
Li bin konê bê histûn, bûn histûn
Li bin darên Mazî, holik li dar xistin
Teşî ristin…
Xwe sipartin bin siya pelên daran
Avzenênk mêtin, li Çiyayê bê av
Roj, li siyê dihesilî, li bin darên berî.
Şîn digeriya, Civak di kela qehwa tahl de difûriya
Hêl didan wek mêran, li ser doşekên mêran
Nedihatin zevtkirin bi hefsarê deh Keran
Ax, di timaya xwînê de dimiciqî
Sêwî, li goran dihesilî…
Sewta pêçeka min xwe girê dida
Ji pêşe-rojên du-alî
Ji gûmanên dostên nexalî
Ji kalikê civaka sê alî…
Yek bû çar, bi çar car
Çar perçe, çar nezan
Bêçar difikirî yek car…
Rûniştin li ser kulavên rîs, doşekên bi hirî
Li ber bextê çar xwîndoşan raketin
Di bin kumê genî de, bê guneh
Li gunehên xwe hesilîn…
Şiv-xapînk dixapiyan
Wek pezê bê şivan
Wek şivanê bê pez
Bi sewta bilûra Eliko
Bê kêlim, sewt
Li Çiyayê Mazî belav bû…
Bîranînan bîr kolan
Bîr bi bîr kir
Xewn û xeyalan dor tarî kir
Mazî-Çinan hêl vegirtin
Di hewdikan de zelq parzinandin
Li ser hewdikê bîra Siftekê.
Gurşiyên hinkase dizerpitîn
Bi hênkaya ava GolaTahtîn.
Ji Kaşê Xanka xwe berdan
Li hêlîna bilbil varqilîn
Ji Tirba Elîkê derbas bûm
Mû li canê min bû şûjin.
Rêvî, li Qulrêvîkê şiv badida bi teresî
Li dor hêlînê, tebayên nesitirî
Di talda qefên hustûxwar…
Dengê Bilûra Eliko
Pêlên bayê jêr, kaş dike car bi car
Bi sewta melodiyên nota-jiyanên bê nota
Deng li Pozê Şîn diqewimî
Li Lata Şekira vedida
Li Kortika Curm digewimî
Tahtokê, xwe diricimand
Di sûretê Kevirê Nalindê
Hingama Kewê Gozel li ser Pozê Elokizîr
Şujik diheland
Nêçîrvan di kozikan de diqefiland
Bîra Hebîskê bi comerdî
Bilbilê hebîs av dida
Boqa hirçê dipejirî, di xelekên Asêgê de
Rapelikîm nava nîv xeyalan, tev xeyalên asê
Tasek av, ji Kaniya Jorîn
Kulmoz derdikir, zêrr dibariya
Ji kulmoza Devê Zaboqê.
Sola nigê min qîr bar dikir
Ji serbilindiya Pozikê Kera
Di dewlemendiya xizaniyê de…
Êvar bi xew ve diçûn
Ez li pê diçûm
Li piyê min ciherê binî qul, bûm Pepûk
Xwezî çandin ne bi xêr, li çolbeyaran
Sîya Pozê Qirikê, xwe berda ser miskaran
Evîndar, şa herikîn, nig ramedandin
Li ber hênkaya cihokan.
Min paçik bi temeniyê xeyalê xwe ve
Girê dida
Hîz, rûnê nîv-işk diza
Ji Pozê Mêşê hinguv dirijiya
Di sîtila gebûla Korta…
Germiya fesadiya ber tenûran
Li ser serê feqîrê ÊrgeBaba, roj diçe ava…
Birîn, li neqebên dil vebûn
Paçik, bi Zareta Tahtê Gewr ve girê dan
Min qelîştokên birînên xwe
Bi benîştê dara
Li Bejikê Belhê derman kir
Ji Pozê Holê, gav bi gav meşiyam
Ber bi Pozê Tûmikê
Kanî-Sork sor herikî
Bû warê avdanka kewê sûsik
Silavek da KanîZeytûnê
Bi helwestek dilxweş
Hilkişiyam neqeba Tûrcel a xopan
Xab herikî, gul bişkivîn
Delav der bûn, gelî şîn bûn
Sê dil bi dil, yek gotin axivîn
Zozan, bi aheng dixemilî
Xof di dilan de çandin
Tirsxofan bi dizî, xwe vedidizî…
Sal çilmisîn, meh derbas bûn
Roj awiqî…
Dem bi keser dicemidîn
Bîranîn, di dil de sincirîn
Stêrk rijiyan, xewn herimî
Do bi cîh bû, îro xemilî
Çeqelî bi koxa ve kemilîn
Zîndan dûr ma, roj bihirî
Li şînwaran çav hesilîn
Dil hulkumî
Mûçirkan dev şidandin
Gulşîlav, di tenêbûna dil de qefilî…
Ev Helbest Di Hejmara 86’an a Rojnameya Bûyerpress’ê De Hatiye Weşandin