Diyako Murad (BasNews)– Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku baweriya rêxistina Dewleta Îslamî, ku bi navê DAIŞê tê naskirin, bi endamên wê yên Kurd nemaye û 18 Kurdên ku tevlî bûyîn gullebaran kirin.
Berdevkê wezaretê, Merîwan Neqişbendî di daxuyaniyekê de bo Ajansa BasNewsê ragihand ku, ji destpêka sala 2014an ve nêzîk 100 xortê Kurd ji Herêma Kurdistanê tevlî rêxisina DAIŞê bûne, lê diyar kir ku heta niha ti amarek fermî di vî barî de nehatiye ragihandin.
Neqşbendî diyar kir ku 13 endamên DAIŞê yên Kurd dema ku rêxistinê êrîşê Herêma Kurdistanê kir hatin kuştin û pêr, roja Înê, jî DAIŞê 18 endamên xwe yên Kurd gullebaran kirin.
Li ser sedema gullebaran kirina wan çekdaran Neqişbednî da zanîn ku, êdî baweriya DAIŞê bi endamên wê yên Kurd nemaye lewm wan gullebaran dike.
Ev karê han ji aliyê DAIŞê ve piştî wê yekê tê ku, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi alîkariya hêzên iraqî êrîşî wê rêxistinê dike û roj bi roj naveyên di bin kontrola wê de rizgar dikin.
Berî niha jî raportên rojnamevanî û ewlekatriyê diyar kirin ku, hejmarek ji xortên Kurd ji Hwerêma Kurdistanî berê xwe dabûn Sûriyê da tevlî DAIŞê bibin di şerê li dijî hêzên mixalefeta wî welatî de.