BasNews (Ottawa): Kanada ji bo têkoşîna li dijî DAİŞ’ê dê leşkerên xwe bişîne Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge perwerde bike. Kanada ji bo perwerdekirina Hêzên Pêşmerge dê hejmarek leşkeran bişîne Herêma Kurdistanê.
Leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo perwerdekirina Hêzên Pêşmerge li Kurdistanê ne û leşkerên Kanadayê jî dê liegl leşkerên Amerîkayê kar bikin.
Berdevkê Serokwezîriya Kanadayê Jason MacDonaldragehand ku leşkerên Yekîneyên Hêzên Taybet ji bo perwerdekirina Hêzên Pêşmerge ku li dijî çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê têdikoşin dê biçin Iraqê.
MacDonald diyar kir ku leşker tenê ji perwerdekirina Hêzên Pêşmerge berpirsyar in yanî ji bo şer û pevçûnan naçin eniyan. Hejmara leşkerên ku dê Kanada bişîne Kurdistanê di navbera 50 û 100’î de diguhire.
Leşkerên Kanadayê ji bo perwerdekirina pêşmergeyan dê bi leşkerên Amerîkayê re kar bikin. Di daxuyaniyê de derheqê dema şandina leşkerên Kanadayê de tu agahî nehatin dayîn.