BÛYERPRESS
Selman Aslan
Gelê Kurd xwedî çandeke qedîm-kevin e li Kurdistanê.
Ji bo parastina hebûna xwe, dewlemendiyên ser-erd û bin-erd, şer û cengeke mezin li hemberî dagirkeran encam daye. Di her tengasî û êrîşê de xwe spartiye çiyayên pîroz.
Di têkoşîna man û nemanê de gelek Rêber û ciwanên qehreman ji dest dane.
Em ê li ser dîroka xwe ya nêz rawestin.
Em ê derfetên niha di destê gelê Kurd de û derfetên beriya sed salî bi hev muqayese bikin.
Her sal di wextên diyar de, em bi sed poşmanî wan Rêberên xwe yên li hemberî dagirkeran, zilmê û mêtîngeriyê li ber xwe dane bi bîr tînin.
Em pêşî biçin sala 1925’an…
Dewleta Tirk a dagirker piştî şerê cîhanê yê yekemîn, ku Kurdan jî tê de şerekî giran kirin û ji bo parastina nirxên xwe berdêlên giran dan, 1923’yan damezrandina komara xwe ragihand.
Beriya 1923’an, dewleta Tirk hin soz dabûn pêşeng û rêberên Kurdan, ku xweseriya herêmên wan were qebûlkirin.
Ev yek di reş-nivîsa destûra bingehîn a 1921’ê de bi awayekî zelal hat nivîsandin.
Lê belê 1923’yan piştî avakirina Komarê destûra bingehîn rengê xwe yê esasî ango rengê xwe yê mêtîngeriyê girt û tê de gelê Kurd hat înkarkirin.
Li hemberî vê yekê hêzên Kurdistanî ketin nava liv û tevgerê.
Dewleta Tirk a dagirker, bi rêya hevkarên xwe yên herêmî, beriya ku serhildanek mezin çêbibe, dest bi komployan kir.
Şêx Seîdê Kal û hevalên xwe jî bi vê komployê hesiyan û bi awayekî zû dest bi tevgera xwe ya berxwedanê kirin.
Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane û bi rêya hevkarên xwe yên qirêj rê li ber vê yekê girt. Şêx Seîd û hevalên wî dîl girtin.
Di 10’ê Gulana 1925’an de dadgehkirina wan a qaşo destpêkir û piştî 50 rojî ango 28’ê Hezîranê biryara ku ji roja destpêkê ve dabûn ragihandin,ew jî darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî bû.
Piştî wê bi rojekê ango 29’ê Hezîranê Şêx Seîd û hevalên xwe li Deriyê Çiyê yê Amedê hatin darvekirin.
Gelo wî wextî derfet hebûn, ku gelê Kurd rê li ber vê yekê bigirtaya?
Agahiya darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî giha çar aliyên Bakur, dîsa Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê?
Mixabin, ji bilî Şêx Seîd û hevalên xwe û dewleta Tirk a dagirker, kesî bi darvekirinê nizanîbû.
Gelo ew derfetên îro yên di destê me de hingî di destê gelê Kurd de hebûna wê Şêx Seîd û hevalên wî ji darvekirinê rizgar bikirana?
Pirseke din jî ew e ji wê zêdetir, wê berxwedana heyî mezin bibûya?
Hûn dikarin li cem xwe bersivên van pirsan bidin !
Lê dema her sal 28-29’ê Hezîranê tê em li kabên xwe didin û şînê digerînin.
Li ser Rêberên xwe helbestan dinvîsin, stranan dibêjin û gelek ji me xweziya xwe bi wê yekê tînin, ku karibin ji destê dijminê hov xwe xilas bikin.
Em li dîrokeke din a nêz vegerin
Sala 1937-1938 Qirkirina Dêrsimê.
Komplo û êrîşa 1925’an vê carê xwe li Dersimê dubare kir,lê vê carê tenê Rêber û pêşengên berxwedanê tenê neketin ber êrîşan…
Zêdetirî 70 hezar kes hatin qetil kirin.
Rêberê berxwedanê Seyid Riza û hevalên xwe 15’ê Mijdara 1937’an hatin bi-darvekirin.
Dîsa her sal 15’ê Mijdarê em wan jî bi bîr tînin, şînê digerînin , çalakiyan li dar dixin û helbestan dixwînin.
Dîsa em xweziya xwe bi wê yekê tînin, ku me karibiya Rêberê xwe û hevalên wî ji destê dijminê hov xilas bikraya.
Em dîsa li dîrokeke din a nêzîktir vegerin.
1946-1947
Li Qada Çar-Çiraya Mehabadê, 22’yê Kanûna 1946’an yek ji Rêberên Gelê Kurd Qazî Mihemed Komara Kurdistanê ragihand.
Piştî ragihandina Komarê tenê bi 7 mehan 30’ê Adara 1947’an dîsa di encama komployekê de Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sedrî Qazî li heman qada Çar Çira hatin bi-darvekirin.
Her sal heman xwezî di 30’ê Adarê de jî xwe nîşan dide.
Ango poşmaniyeke, ku pêşiyên me “me” nekarîn xwedî li Rêber û pêşengên xwe derkevin.
Pêşiyên me nekarîn 1925’an li Şêx Seîd û hevalên wî, 1937’an li Seyîd Riza û hevalên wî, 1947’an jî li Qazî Mihemed û hevalên wî, xwedî derkevin.
Gelo sedema vê yekê bê hêzî bû?
Sebeba wê nebûna vîneke xurt bû?
An sebeba wê nebûna derfetên roja me bûn?
Em li roja xwe vegerin..
15’ê Sibata 1999’an dîsa li dijî gelê Kurd komployeke navneteweyî di dewrê de bû.
Vê carê berê hêzên dagirker-mêtînger û serdest li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.
Bi komployeke navdewletî, ku mînaka wê di dîroka mirovahiyê de nîne, Ocalan radestî dewleta Tirk hat kirin.
Ma di vê komployê de kîjan dewletê cih negirt…
Israîl, Yûnanistan, Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, gelek dewletên Ewropayê…
Dewleta Tirk a dagirker a 1925 û 1937’an Rêberên gelê Kurd darve-kiribûn, li Rêberê serdema me Abdullah Ocalan jî cezayê darvekirinê birî.
Lê derfetên heyî ne weke beriya sed salî bûn.
Gelê Kurd bi çalakiyên mezin, gotin li cih be, “cîhan hejand” ji bo Rêberê xwe.
Cezayê darvekirinê da betalkirin.
Ocalan bi berxwedana xwe ya di nava çar dîwaran de şev û roja xwe da paşeroja gelê xwe.
Li vir hewce nake, em bi berhem û pratîka Rêberê Gelê Kurd a li zindana Îmraliyê dakevin.
Lê divê em destnîşan bikin, ku ev berhem û pratîka li hemberî komplogeran, ji bo gelê Kurd di nava 20 salan de li nav çar dîwarên sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê derxistin holê.
Ev zêdetirî 2 sal in, ti agahî ji Ocalan nayên girtin û di nava tecrîdeke welê de ye, ku lî cîhanê mînakê xwe nînin.
Roj nîne, ku li dijî vê tecrîd û zilmê çalakî nayêne lidarxistin û bi hezaran kes dadikevin qadan.
Lê belê eşkere dibe, ku çalakiyên heyî têrê nakin, ku tecrîdê bi dawî bikin.
Ji bilî bi dawî-kirina tecrîdê, gelê Kurd û dostên xwe, piraniya gelên herêmê azadiya Ocalan dixwazin.
Me li jor ji bo Rêberên xwe yên me ji dest dayî behsa poşmaniyekê kir, ku salê çend caran em xweziyên xwe yên xilaskirina wan da diqurtînin.
Lê îro?
Em ê poşmaniya pêşiyên me kiriye dubare bikin û an emê ji nifşên nû re serbilindiyê bihêlin?
Gelo derfet û mîrateya ji me re hatî hiştin, têrê nake, ku em Rêberê serdema xwe bi awayekî fizîkî azad bikin?
Her kesê bi Ocalan re dilsoz be, tekez ev xeyal û hêvî kiriye, ku li ser Bircên Amedê wî di gelê xwe de bibîne…
Li Çiyayê Cûdî ber bi jor ve hilkişe û ber bi jêr ve dakeve…
Bi çavê serê xwe bibe şahidê/a rûkeniya şêrîn…
Bibe şagirtekî/e paşeroja azad li ber destê wî.
Gelo em nikarin?