BÛYERPRESS
Melevan Resûl
Sedsal di ser şerê bêtûteyan re derbas bû û mîratek tije kîn û nifret li dû xwe hêla, ji bilî hingavtina giyanê bêhtir ji 20 milyon qurbaniyên şerê Ehmeqiyê, her wiha wêranî û talankirina mal û mewdanan.
Di bîranîna salvegera 100’emîn a vî şerê qirêj, pêwist bû ku hişmendiyek guncawî serdemê were afrandin û bibe wesîleyek ji bo dawî anîna şer û pevçûnan li seranserî cîhanê.
Her çendî ku vî şerê cîhanî hinek sûde û armancên erênî bi xwe re anîne jî, lê ew nebû bersiv ji bo çareserkirina cewherê nakokiyên di nava dijberan de û nebû bersiv ji bo rêgir ji şerên li du hev li tevaya keşweran de, lê em dikarin bêjin ku qonaxek nû xwe da pêş û mantelîtek hişmendî bi xwe re afirand.
Tişta herî balkêş ew bû ku zil-hêzên cîhanî ji xwe re karîn biryarekî, yan zagonekî li gor parastina berjewendiyên xwe bisepînin û biparêzin, di encamê de karibin serweriya cîhanê ne tenê bi rêbazên leşkerî û desthilatdariya rêveber bikin, lê belê da ku karibin ew dewletên di encama vî şerî de hatin peyda kirin, da bibin alavên parastina berjewendî û sûka mizaxtina kel û pelên teknîkî û bazara firotina çek û cebilxaneyan.
Heger em bala xwe bidin diyardeya li du vî şerê cîhanî, wê eşkere bibe ku ew kes û dewletên biryara şer dayîn, karîn bi hinek encaman Qezencan bikin, yek jê nakokî û dijberiya di nava welatên xwe de heta radeyekê çareser bikin, xala duyem jî, ramanê kapîtalîzmê xwe da pêş û bilokek li hember pêla ramanê azadî û şoreşgeriyê li tevaya cîhanê hate ava kirin, lê xala herî girîng di qezencên vî şerî de, Têkbirina Imperatoriyên demborî û hatin rûxandin, wekî hilweşandina Imperatoiya Osmaniyan.
Bila em ji bîra nekin ku biloka dewletên hevpeyman û biloka hevbendiyê di vî şerî de, karîn ji pirsgirêkên di navbera xwe de qertel bibin û meydana şer veguhastin heremên ji derveyî xaka welatên xwe.
Di tevaya Rojhilata Navîn de û di bingeha xwe de, piraniya netewên li ser vê xakê ne agehdar bûn ji vî şerî û bê vîn dijiyan, heta radeya ku tu agahiyên wan bi vî şerî tune bû.
Wekî mînak:
Miletê kurd tu têkiliyên wî bi vê cengê re nebû, tenê çîna serdest ji serok hoz ,qebîle û zanyarên olî bibûn alav ji bo razandina milet û netewa kurd, da ku bibin êzing di destê desthilat-daran de , ji lewra piraniya miletê kurd tu guhdan bi şerî nedida û ne dizanî ku pêşeroja gelên herêmê wê were destnîşan kirin û mafê wan yê hebûnê were nas kirin.
Yek ji encamên dûrketina miletê kurd û gelek netewên di kurdistanê de, nikarîbûn serdemiya cîhana rojgarî bibûn û hêza civakê bê pergal dihate bi rêvebirin, tevgera pêşeng xwe ne gihandibû asta serweriya civakê û avakirina dewletek netewî, ji lewra nikarî cihê xwe di nava peyman û beryarên navnetewî de bigre.
Her çendî Imperatoriya Osmanî rûxiya jî û hate bi sînor kirin, lê wan karî cografiyek berfereh ji xaka miletê xwedî cih wekî ” Kurd-Ermen- Laz- Çerkes û Rûm” ji xwe re veqetîn e û bi dewleta Tirkan ji xwe re bi nav bike.
Tişta ez dixwazim bêjim ew e ku her çendî biryara rawestandina şerê cîhanî pêwîst bû dawî li şer û pevçûnan bigre, lê di qonaxa vê sed sala bihûrî de û li tevaya Rojhilata Navîn de, heme yek sal bê şer û pevçûn derbas nebû ye, rojane rûdan û meydana şer ji Ewrûpa berê xwe daye Rojhilata Navîn, Afrîka û Asiya ango em dikarin bêjin ku biryara rawestandina şer ne ji bo rêgirtina tund û tûjî-tiyê bi encam bû, lê belê em dikarin bêjin ku di vê sed sala borî de, du qat meydana şer û gurkirina pevçûnan xwe da pêş, rikeberiya dijber, netew-peristî û ol-peristiya olî di dîmenê rûdanan de bû şêwazek rewa di seranserî Rojhilata Navîn de.
Cihê heyf û xebînetê ye dema cîhana komelgeyî van pevçûn û rûdanên dij mirovahiyê gur û geş dikin,soz û peymanên hatîn imze kirin bi destekdayîna wan bi xwe têne bin pê kirin.
Meydana veguhestina şer ji Ewrupa û dewletên bi bandor, karîn hemû pirsgirêk û bermayên xwe yên gemarî çek bikin ser sorgehê miletên Rojhilata Navîn.