BÛYERPRESS
Alan Pîrê
Rewşa niha ku kurdan û şerê wan ji bo hebûn li hember xire-cir û qerebalixeke berfireh û mezin cihê nîqaşê ye.
Jixwe ez ê careke din dubare bikim û bibêjim ku berê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li xêrê ye û siyaseta ku niha Kurd dimeşînin, çi ya Qendîl û çi jî ya Erbîlê be li seranserî Kurdistanê û tevahiya herêmê zîrektirîn siyaset e.
Ev yek ne nerîneke take-kesane bêhtir ku rastî ne, kî ji xwe re niha li heft-heşt salên vê dawiyê vegere û bûyerên ku li Başûr û Rojava rûdan careke din bişopîne,êdî ev bawerî li cem jî peyda bibe.
Li bajar û deverên din ên Sûriyê ji wêrankariyê,talaniyê,girtinê û kuştin rojane pê ve tişteke din tine ye,ev ji bilî ku nexweşî û xizanî li wan deveran pire û pirtir dibe, zarokên wan ji xwendinê bê par mane, lê em dibînin ku xelkên herêmên Kurdî li Bakurê Sûriyê di jiyaneke xweş de ne, dibe ku rewşne awarte jî hebin, lê bi awayekî giştî rewşa aborî û rewşa xwendina dibistanan û ya tenduristî ji xelkên herêmê re û zarokên wan re bi gelekî çêtir e ji ya deverên dîtir.
Lê di ser wilo re jî metirsî hîn hene û xelk hesaban dikin,xelk li jiyaneke xweştir û naziktir ji xwe û zarokên re digerin.
Tirkiyê wê nikarîbe ji wilo bêhtir pê de here û naxwaze jî, ji ber ku mebest ji çîrokê tevî ne bêhn-çikandina Kurdan e (wek çawa ku xelk bawer dikin û ji wan werê wê Tirkiyê me ji wî welatî hema wilo rake û kirasê xwe û hevalbendên xwe li xelkên deverê bike) mebest jê qirkirin û tunekirina rikberiya Sûrî ya çekdar e, ji ber ku Emerîka wê nehêle û nahêle ku welatek di hundirê welatekî de ava bibe, nahêle ku komikên çekdar bibin xudan serdestiyeke siyasî û ji ber hin sedemên din jî ên girîngtir,ku ez wan li vir mixabin nikarim bibêjim.
Rewşa niha li Rojhilatê Firatê di nerîna min de bi carekê re ne metirsîdar e û mesele tenê demikî ye û her tişt ji xwe ji berê ve çarçovekirî ye û kesek ji aliyên beşdar di prosesên leşkerî û siyasî de niha li Sûriya nikare jê derkeve û ev şert û merc li ser tevahiyan dimeşe.
Ji kurdan re her tişt ji niha ve zelal û xuyaye, Fedralî û Sûriyeke ne-navendî, demokrat an na, ev ne gelekî girîng e ji ber ku dibe weha be û dibe na jî (welatek ku nih ji nav lepên şerekî navxweyî derkeve, kes nizane bê çi dikare lê biqewime) û hemû herêmên ku niha Kurd lê serdest in û ji wêran û terora Îslamîstan tundrew parastî ne wê bi ser Başûrê Kurdistanê ve vebin.
Çawa ku avakirina erd û insan jî wê gelekî li paş nemîne, heger mirovê Kurd yê li hundir û yê li Diyasporayê xwedî li welatê xwe derkeve.
Ez careke din dixwazim giraniyê bidim pêdîviya gelê Kurd bi geşbîniyê, ji ber ku û bi rastî berê me li xêrê ye û tirs ne ji derve ye, tirs bêhtir di serê me de ye.
Tirsa çûna welatekî bi hatina çend leşkerên Tirk ser sînorê me, tirsa mana ji statuyekê ji rêveberî û xweserîyeke demokrat bi çend gef-lêxwarinên ku ji derve ve tên.
Ev metirsiyên zarokane divê zanê Kurd layîqî xwe nebîne.
Ev gotar di Rojnameya Bûyerpress’ê Hêjmara 85’an de hatiye weşandin