BÛYERPRESS
Ciwan Dêrikê
Gotineka kurmancî heye dibêje: (yê dixeniqê, destê xwe tavêje kevzê jî) bi rastî jî ev sedê sala ye em dixeniqin û ti kesî destê xwe neda me û kevz jî nehêlane ku em dest bavêjinê.
Piştî şerê cîhanê yê yekemîn dewletên di şer de serketîn, ev cîhana em tê de ne li xwe par ve kirin. Her yekê herêmek ji xwe re girtiye û bi sed fen û fîtî bi rê ve dibe. Bextreşiya me kurda ew e ku em bi derewan jî nebûn xwedî nav û nasname. Bi sedan dewlet hatin avakirin, lê ti cih nedane kurda.
Tişta em ji dîrokê tê digihin, neko kurd kêmî gelê derdora xwe bûn heya nebûne dewlet, lê xuya ye siyaseteka bi zanebûn li ser gelê kurd û axa kurdistanê hatiye ajotin, lewma hemî tekoşîna azadiyê ya gelê kurd beravêtî bûye.
Çi serhildanên kurdî yên ku li dijî dagîrkerên kurdistanê rabûyî, bi alîkariya hêzên navneteweyî hatiye rûxandin, û pirê caran jî derfet amade kirine da kurd destê xwe ji neçarî bavêjin dûpişk û maran.. çendî ku di demna de hin dewletan xwe weke piştgirê kurdan jî nîşan didan, lê çawa ku digihiştin berjewendiyên xwe, kurd ji kêr û satoreyên xwîn-mijan re dihêlan û ew rû bi rû bi qirkirinê re dihiştin.
Mixabin em miletekî dilnaz û dilpak in. (Kî dibêje me merheba, em wî datînin li ser kurk û eba).. em baweriyê bi her kesî tînin û jê piştrast dibin, ev jî vedigere nezanî û sivikbûna me.
Heya niha me nekariye dost û dijminê xwe ji hev veqetînin. Em xwe gelekî dixapînin û ji dîrokê waneyan nagirin. Pirofesorekî wek Ismayîl Peşikçî ji hemî kurdan pitir kariye rewşa kurd û kurdistanê şîrove bike û dijminê wî destnîşan bike. Ew dibêje: kurdistan mêtingeheka navneteweyî ye, anku dagîrkerên kurdistanê ne tenê deshilatdarên Tirk û Ereb û Faris in, gelek hêzên cîhanî yên dîtir jî hene hevparê van dagîrkeran e. Gelek ji me jî di rewşa îro de baweriyê bi dostaniya Emerîka û hevbendê wê tînin û dibêjin wê me biparêzin û me bikin xwedî statû.. va ye piştgiriya YPG û Pêşmergeyan dikin, va hêza xwe li vir xurt dikin, wê me bi tenê nehêlin û gelek ji van gotinan..
Ka em li helwesta hin ji van dewletên zir-demokrat binêrin, dibêjin em li dijî terorê ne, em bi mafê mirovan re ne, em li dijî nijadperestî û cudahiya ne, li dijî binpêkirina zagonên navnetewî ne û hwd..
lê gava doza kurd li meydanê be, komkujî û qirkirin li ser gelê kurd be, hemî rengê mafê mirovan bêne bin pê kirin, ew demokrat bêdeng in, ker, kor û lal in. Ji bo berjewendiyên xwe, pê li hemî prensîbên xwe dikin û gelê kurd dikin qurban. Naxwe kî nizane ku dewleta tirkiyê terorîst e, kî nizane ku Erdogan hevalbend û parêzvanê DAIŞ’ê ye, ma nabînin çi hovîtiyê li gund û bajarên kurdistanê dike, li Bakur, Başûr û Rojava.. lê ji ber ku ew jî dagîrkerên kurdistanê ne, çavên xwe ji hovîtî û harbûna seyê xwe digirin. Em xwe nexapînin ku ev dijminatî bi partîkî yan bi parçekî kurdistanê tenê re ye, hemî hevnêrînin li ser bindest-mayîna gelê kurd e. Mixabin ku em hê negihane vê rastiyê. Em dibêjin ew li dijî PKK ne, li dijî YPG ne, li dijî PYD ne, yan vî parçî yan wî parçî ne..
Gelo em li referanduma li Başûrê Kurdistanê tenê binêrin ku bi hemî pîvanê demokratî yên navnetewî bi rê ve çû, em ê negihin rastiyekê ku hemî dewlet li dijî gelê kurd û nasnameya wî ne! Dagîrkeriya dewleta Tirk ji Efrînê re, ne pesendkirina vê nêrînê ye! Biryara Emerîka ya li dijî her 3’ê şoreşger û pêşengên şoreşa kurdistanê(Murad Kareyîlan, Cemîl Bayîk û Duran Kalkan) ji bilî bêbextî û dirûtiyê çi nîşan dide! Gelo Tramp û koma kur û çavsorên li dor wî ne hevparê terora Erdogan û hemî dîktatorên cîhanê ne!! Divê em bigihin bawerî û rastiyekê ku dewletên zil-hêz ev cîhan li xwe parvekirine û heya ji wan bê nahêlin guhertin çêbibe. Derewa herî mezin jî ya ku pê gel û civakan benc dikin û dixapînin ( demokratî û mafê mirovan e).
Tiştek di destê me de nemaye ji bilî em ji hemî hêlan ve (siyasî, leşkerî, rêxistinî û .. hwd) xwe xurt bikin, li ser nirx û felsefeya xwe, xwe bilind bikin, yekîtiya navxweyî ava bikin, gemarê ji nav xwe bavêjin û bi hişmendiyeka dîtir tev bigerin, hingî heçê tehfekê li me bide û me bavêje avê, em ê xwe bi stûn û benê xwe bigirin û dest navêjin kevza dagîrkerên navneteweyî jî.
Ev Gotar di Rojnameya Bûyerpress’ê Hêjmara 85’an de hatiye weşandin