BÛYERPRESS
Silîviya Elî
Hin nivîskarên Kurd dibêjin ku, hin serok hoz û êlên Kurd jî jin hebûn, vê ramanê weke bingeheke civaka Kurd tekez dikin.
Û vê yekê dikin mînaka wekheviya jin û mêrên civaka Kurd, beramberî gelên Rojhilata Navîn.
Û hin netew-perestên Kurd dibêjin ku mafê jina Kurd weke yê mêrê Kurd hebû û piştî ku ola Misilmaniyê hat, ew maf ji jina Kurd hate standin .
Hem jî Împratoriyên mezin,ên weke Faris û Osmanî. bûne sedema ji dest çûna mafê jina kurd.. lê belê divê aşkere û diyar bibe ji bo pênasînê, ku ev guman û qerwêlên bi vî rengî yên kesên mîna Diyi Xalib bûn (ew yek ji damezrînerên netewa turk bû lê- zayinda wî, ji bingehên netewa Kurd bû)…
Mûsa Enter jî gotarek bi navê Ciyê jinê di dîroka Kurdî de nivîsiye..
û têde daye nasîn û ravekiriye ku asteke bilind ji wekheviya jin û mêr di civaka Kurdî de heye û di dema Misilmaniyê de jî jina Kurd ne mîna gelên misilman bû, ango bi şêweyekî berbiçav be li xwe nekiriye û li nav civakê ji mêr cihê nebûye..
Ji bilî hin malbatên Eristoqratî, birciwazî, olperest û fewedal ku ew weke adet dûrî civakê bûn.
Dema ku şer li navbera du hozan derdiket jinên Kur, eşkere çek û cebilxane ji mêran re dibirin û beşdarî vî şer dibûn, bêyî ku tu kes wan vegerîne an jî karibe rê li ber wan bigire û wan rawestîne…
Hem jî hin serok hozên Kurd di gotara Mûsa Enter de bi nav bûne mîna Edla Xanim ji Helepça, Perîxan Xanim seroka hoza Reman û navê kurê wê Emînê Perîxanê bû, ango bi navê dayikê nas bûye.
Şemsê Xatûn ji êla Omeriyan û navê kurê wê bû Mihemedê Şemsê û bi navê dayika xwe serbilind bû…
Ji bîr nabe ku hin jinên dîtir ji Kurdên Êzîdî jî nav- dar bûn weke Miyan Xatûna ku dilreq û zîrek bû û gelek jinên din wê demê hebûn.
Lê Mûsa Enter serokatiya wan jinan bi kuştina mêran ve girê dide, ango li pê kuştina hevjînên wan,ew bûne serkêş, hem jî Olya Çelebî navdariya hin jinan li bavên wan vedigerîne.
Lê belê hemû jinên serok eşîr bi navên xwe hatine hildan û ne bi navên mêran
Û hin mêr jî bi navên jinan navdar bûne, weke mînak:
Ûsama paşayê Helepça, bi navê “Hevjînê Edla, hem jî Hevjînê Xanim“ dihate naskirin.
Li dema Sultan Selîmê 4’emîn Xanimeke Kurd bi navê “Xanzade Sultan“ salara artêşekê bû
Ew artêş, 12 hezar leşkerên çekdar û deh hezar xedengvan bûn û wê jî bi şûrê xwe li ser pişta hespê hempayî lehengê Îranê yê bi navê “ Sam kurê Narîman“ şer dikir, Derdora 40 hezar şervanî êrîş birin ser Hemedan,Dargizîn û Çemcenabê herdem jî bi mizgîniya serkeftinê vedigeriya…
Herêma Soran piştî 200 salî jî Xanimeke dinî Kurd “Qere Fatma ku bi Xanima Reş dihat naskirin li hemû Rojnameyên Ewrûpayê de nav û dengek pê ket.
Dema ku di şerê girava Qerm de roleke mezin lîst, ew jî ji Mereşa Bakurê Kurdistanê bû.
Heta roja îro jî li her deverên Kurdistanê asayî ye ku êl yan jî malbat û binemalên Kurdan bi navên jinên navdar hatine naskirin û parastin heta niha jî navê wan eşîreyan heye û meşhûrin..
Ji vê şîroveyê tê nasîn ku zayind li nav Kurdan ne pirsgirêk e ji bo serkêşî û navdariyê çi jin çi jî mêr be…
Ango ji civaka Kurd re ne kêmasî bû ku jina Kurd serkêşiyê ji civakê re bike civakên Kurd cuda bûn, ne mîna gelek civakên milet û gelên Misilmanan bûn.
Jina Kurd di dîrokê de weke evîndar jî li nav civaka Kurd hatiye naskirin û li ser xaknîgariya Kurdistanê role lîstiye mînak jî pir in weke :
Taxmîna û Ristemê Zalê, Stiya Zînê evîndara Memo, Şîrîn û Ferhad, Mîdya û Salar, Elo û Fatimê, Edûlê û Derwêş, Koçera Homanê, Têlî Eyşê, Seyran Xatûnê, Hemawend û Şerîfo in…
Ev Gotar di Rojnameya Bûyerpress’ê Hêjmara 85’an de hatiye weşandin