BÛYERPRESS
Keça Hemdem
Tu helbest î
Gula mest î
Hemû hest î
Dixemlîne
Zor ciwan e
Dil û can e
Canfîda ne
Vîn û jîn e
Çi dilsoz e
Xwedî doz e
Rind û goz e
Hest û tîn e
Bêhna xweş e
Hem çavreş e
Dêm çi geş e
Misk û bîn e
Ava zelal
Gewr û delal
Maka li mal
Tev evîn e
Xebatkar e
Dij neyar e
Pêt û ar e
Sosinî ne
Parxwana dil
Çavên bikil
Mil dane mil
Mêşinî ne
Pirsa kirî
Sax û mirî
Min tu birî
Tu dibîne
Mirin çi bî
Mijûl dibî
Bi liblib î
Kerb û kîn e
Bi nîşan î
Perîxan î
Çi şervan î
Bi mizgîn e
Te daye soz
Xweş kirî doz
Kom kirî koz
Ronahî ne
Şoreş çû ye
Mebê zû ye
Gel li dû ye
Hiş û vîn e
Xwedawend î
Gula rind î
Serbilind î
Pêşengî ne
Wek te nedî
Hêz û xwedî
Ta sermedî
Zerzengîn e
Jan û keder
Tev daye der
De her û her
Jin û jîn e
Keça hemdem
Evîna Mem
Xuşka Ristem
Parastî ne
Aravêj e
Ji tîrêj e
Bêje bêje
Serkeftî ne
Serkeftî ne
********************
ZEMÎN
Hey zemîn
De bêje bêje
Kî ji te re yar e
Kî ye neyar
Tirsa min ji sibê
Siba bêbext û dijwar
Li ser keda salan
Bikim qêrîn
Bikim hawar
Kes bi hawara min ve neyê
Ker û kor bibin
Wek her car
Bibim belengaz û jar
Jaaaar ….jar û jar
Hey zemîn
De bêje
Min me-guvêşe, nebirêje
Rastiya hawara min
Mizgînê dide buhar
Bes dilê min bike
Pêt û ar
Sibeh wê bê
Cuda bibî ji hev
Paqijî û gemar
Her tişt wê bibe diyar
Bes li min giran bike bar
Bes li min giran bike bar
*************************************
Efrîn
Efrîn
Efrîna min
Ez ê tîp bi tîp
Navê te
Li ser rehên dilê xwe
Çap bikim û binivîsim
Bi xwîna rehê
Dar û daristanên te
Şîn bikim , bişkivînim
Pelo pelo bicivînim
Û bikelînim
Dermanê azadiyê jê derînim
Gemara ser parzûnkê dayikê
Li ser rûyên
Xinizê li Enqerê
Bibim û bînim
Bi xeyalên Arînan
Ser çiyayên Lêlûnê
Bi jîna biratiya gelan
Bi vîna dayîkên şehîdan
Latan bi kevir kim
Yekoooo yeko
Li kedxwaran
Bibarînim û bibarînim
Efrîn
Efrîna min
Ji kaniyên Meydankê
Ji kelehan
Ji çanda Hûrî
Ji bêhna zeytûnan
Soza parastinê bi cî bînim
Xeman mexwe Efrîn
Efrîna min
Di parxona dil de
Te dipêçim
Tev ar û tîn im
Kî ye ew
Te ji pêçeka dayika min
Ji hêlîna rûmetê
Bi awazên Raco û Bilbilê
Bi dîlana şoreşê
Bi nêçîra roviyan
Te bixemlînim û bixemlînim
Efrîna min
***************************
HILÊLIYÊ
Tu bû kaşê êş û jan
Hilêliya dil û can
Şaxek ji van şaxan e
Zanyarî û dîrokvan
Xwîn pijiqand ezman e
Li Qamişlo bû nîşan
Ber bi jor de hildane
Şan û rûmeta Kurdan
Ji qadê û ji yadê
Ji singê mijtin raman
Ramanek welatî ye
Çi dawet e xweş dîlan
Dîlana şoreşê ye
Bi xwînê hate avdan
Ava Dicle û Ferat
Hênik nake van dilan
Dilê birîn û şewat
Dike doza tolhildan
Nasnameya kurdî ye
Çelenga vîn û viyan
Tev bîr û bawerî ye
Egîd in tev qehreman
Li jêr û jor te kaş in
Konê rûmetê vedan
Tîrêjan belav dikî
Ronahî û neqşedan
Keç û xortên te hatin
Bi dilsozî û sozdan
Bi hawar û bi qêrîn
Deng gihandine ezman
Ezmanê sermedî ye
Hêviya bav û kalan
Bingehek rûmetê ye
Mîna Cemşîd û Ciwan
Mistefa , Îsa , Elî
Bîranîn û dibistan
Li jêr û jor te kaş in
Her milekî goristan
Şînahî û hêvî ye
Şîn dike jîn û jiyan
Bêhna Şêxo jê dikim
Bi awazên Kurdistan
Yan şehîdên Newrozê
Ji Kurdan re serhildan
Nîşana gelê min e
Lehengî û qehreman
Şaxek ji dara jînê
Jîna te ye berxwedan
Jan û êşa te ev in
Hilêliya dil û can
********************************
BINIVÎSÎNE DÎROK
Rûpelên xwe ji min re veke
Va ez hatim
Bi kêferat im
Dil bi kul û birîn im
Li ser belengaziya te
Bi hezar salan
Tu melûl ma
Bê mirad
Bê eşq û evîn
Wek kalekî riziyayî
Derî bi derî
Li parsa jiyanê digere
Ka qûtê te?!
Şerm bike,şerm e dîrok
Xwe bihejîne û veciniqîne
Bikene rûgeş bibe
Va têkoşerên te hatin
Va Arînên te hatin
Rûpelên spî diyar bike
Bila bi tîpên zêrîn
Ji lehengiya Risteman
Te dorpêç bikin
Bixemilînin navên te
De binivîsîne
Dîroka rûpel bi qirêj
Ji min bitirse
Agir im agir
Ev roj roja min e
Ev dem dema min e
Şelêqa çavên xwe paqijke
Û bimeyzîne
Îro ez dilê te me
Jiyana te bi min e
Jiyana rûmetê
Ma heta kengî
Tê bi kirasê rizyayî bimîne
De bes e bes
Bûkên kiras spî
Rûmetê diyarî te dikin
Li deriyê te dixin
Dihejînin dişkînin
Mebêje tu kî ye
Arîn im ez Arîn im
Nîşana min Kobanê ye Koban
Çavên cîhanê
Bi hêza xwe paqij dikim
Ramanê li ser xwe dişopînim
Mejiyan diqetînim diçirînim
Welat bi welat digerînim
Milet bi milet
Bi jina Kurd dihesînim
Ez Arîn im
Ji ar im
Arî me
De binivîsîne dîrok
Binivîsîne
Deriyê dilê xwe veke
Heyva nav stêrkan bibîne
Bejna zirav û bedew
Bi cilên bav û kalan
Xaka te dihejîne
Çira şeva tarî
Hisreta dilan
Gula nav kevir û latan
Nameya te ya germ
Min dikelîne dikelîne
Diricifîne
Li min….. li min
Çarê ji pirsgirêka min re bibîne
Bar giran û peya
Bi hêz û ramanên pakrewanan
Bumba cîhanî me
Keça kurd im kurdistanî me
De binivîsîne dîrok
Binivîsîne……binivîsîne
************************************************
LAT Û MIRIN
Hey mirin…
Xwe neyne xewna min…
Ez li te digerim
Lê bi mêranî…
Tu û jiyan!
Bi hev re heval
Ji bîr meke kevirê ber serê min
Lat û hîmê min…rewşa min
Evînê distra li nav bexçeyê te
Bexçeyê rengareng
Bê fêkî û dan
Hey lat…!
Hêza min …..dîroka min
Tu û dem
Bi kêferat
Koçber dibin
Tenê
Mirina bi lehengî
Mirina bê mirin
Bîranîna min
******************************************************
VEJÎN
Ji dilê welatê min
Çavkaniyek şêlû
Bi pelqe pelq û kelandin
Avek zelal xwe rû da
Ji tîna agirê dilê dayikê
Ji evîna çavên evîndaran
Ji kalên xwe spartin latan
Hêviya zarokên belengaz
Şitlek biçûk
Sîk da cîhanê
Ji agirê dilê Fîsê
Bi ramanek hemdemî
Sîsika mirovan
Xakê diqelêşe
Geh çilmisî
Geh vebû
Dilopên sor çend gîsin kirin
Bûn nîşana dîrokê
Dengê ewran
Hem tav û birûsk
Bahozeke dijwar
Tisonamî
Erdhejek bi volkan
Têlên badayî û zingar
Sînor diber xwe re birin
Ji çavên welatê min
Zingezinga mizgînê
Li guhê min dixist
Ji dengê Heqî û Xelîlan
Ji banga Kemal û Delîlan
Lîsk û pîlan ji hev ketin
Bi xwe ketin
Tîrêjên şeveqê
Ronî dan û belav bûn
Evîn gihandin gerdûn
Ol û netew
Bi hev şa bûn
Sîsika şitlê
Bû hebûn
Bi vîn û evîna mirovan
Bi hemî reng û neqşan
Bi xwîna sor
Ji her alî
Gul vebûn
Bilind, bilind bûn
Mezin, mezin bûn
********************************
PÛŞ
Piçik piçik min pûş lê kir
Koma mezin piştî çêkir
Baran barî pûş riziya
Patoza dijmin hûr nekir
Ode çêkir û li ser kir
Ez di bin de dilopan kir
Beşt û mircaq xwe dane ser
Xweş, xweş miradê min nekir
Lê da birûsk dîwar hejya
Xanî ket ji mer bû çiya
Gelê bi rûmet dibêje
Ev sitara me sêwiya
Ez û sitar li gel hev man
Ser bîranînê Mîdiya
Çiya dost û hevalê min
Bi dostî ketim ser rêya
Rêya min e doza şehîd
Bi dilsozî şîn bû giya
Ev helbest di Rojnameya Bûyerpress Hêjmara 85’an de hatiye weşandin