BÛYERPRESS
Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê bi pêşveçûna şervanan dewam dike.
Li çeperên Baxoz û Hecînê ji du hefteyan ve di navbera şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê û çekdarên DAIŞ’ê de şerekî dijwar li dar e..
Navenda çapameniyê ya HSD’ê der barê şer û pevçûnan de ev agahî parve kirin:
Di şerê dijwar de 79 çekdarên DAIŞ’Ê hatin kuştin,her wiha 5 otombîlên bombekirî û 2 erebeyên ji Cureya (HAMER ) teqandin.
Hemdem di darbeyên esîmanî yên hevpeymana navdewletî de 13 baregehên çekdaran hatin rûxandin.