BÛYERPRESS
Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê Nûrî Mehmûd der barê êrîşên li ser Kobanê û rêveçûna Pêngava Bagera Cizîrê axivî..
Nûrî Mehmûd tekez kir ku li Rojhilatê Firatê êdî dawî li DAIŞ’ê ve tê û got:
” Êdî piştî qedandina DAIŞ’ê serwerî û aramî wê pêk bê,Lê belê êrîşên dagirkeriya Tirk bi wê mebestê ne ku nahêlin dawî li DAIŞ bê,bêdengiya Navdewletî ji van êrîşan re jî bê hiqûqî ye.”
Dawiyê Nûrî Mehmûd anî ziman ku ew ê li dijî her êrîşekê di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin.