Ciwanê Ebdal
Wiha bi çend pirsên gulover qene em bikaribin bêjin ku piştî sed û pazdeh salan ji çapemeniya Kurdî çi beş li rastê heye, Ji pêvî rojnamegeriya hêzên konevanan, belavokên partiyan li gasînê digere. Ev belavokên bi çend rûpelan diafirin, tên civandin bi çelokî, ev partî nêrîna xwe yên taybet didin xuyakirin, û hêzên partiyên dî şaş dikin, mixabin giftûgoyan badîhewa dikin, û çendî xwendevanên wan hindik bûn û belava wan bi dizî belav dibûn, ji ber wiha suda xwe nedida tevayî, mirov dikare bê tirs bibêje: Navê belavokê partiyan lê bike, mixabin ew jî bi zimanê Erebî bûn.
Bi vî awayî çendekî pir hindik li vir, li hirêma Rojava (Sûrî) wiha bû.Van çende salên dawî, piçekî bihna xwe berda û bayê guhertinê rabû bi navê (nû-recîma cîhanî) li her derê belavbû û pê re giheştî herêma Kurdistanê jî bi kêmî.
Çapemeniya rojnama îroj hîna serbixwe ye, an tu sazî li duve tune, ew ya deşta jîna me xemlandî ye, mîna çirîskek tariya me ronî dike, tevî naveroka wan, xwe bi van giringiyan mijûl dikin:
1- Ji ber holek mezin ji tore û çandê vala heye, derhênan û afirandin ji helbest, çîrok, gotar û simînaran tê bikaranîn.
2- Stûnê wî konî jî ziman û rêziman e, ji ber hîn rêzimanek tevayî tune, û her yek bi zimanê herêma xwe dinvîse û dixwîne.
3- Beşek jê, ji gelpor û şopemayên filiklorê xwe diçêre, ango şopemeniya gelêrî, ji dizî û ji wergerê diparêzin, ji qir û windakirinê.
Ev -bi rastî- ne her tiştên rojnamegeriya em li nav gelan wê dinasin, ma gelo çapemeniya kurdî digihêje tevaya gel bi giştî? pêpelokê civakî û qatên cemawer. Yan ji bilî pêşênkarê wî, yên konevanî, çandayî, û bi wan ve girêdayî ye û hew.
Kengî wê bibe li gorî hêvî û armancan,li gorî omîd û xweziyan navbera dewletan? li navbera miletên Kurdan an yên Kurdistan par kirine, bi sînor kirine perçe, bi desdariya şofînî û zordestiyê li gelê kurd dikin.
Bi konevaniya xwe, bi çanda xwe, bi sê-çar miletanê xwe, û sê-çar zimanê xwe jî, çi bi Erebî, Turkî, û çi bi Farisî jî, ma wê kengî çapemeniya Kurdî bi yek be, û çawa wê bigihê serî?
Belê.. pir pirs tî hene, wê çawa dem ji alîkî, û gelê Kurd ji alêkî din vê birsivê bi xurtî bide. Çi divê ji Kurdan re bikin ta bigihên hêvî û armancan, û ta çi radeyê ev çewtî wê berdewam bike? An ta bi kengî wê di vê aravê de xwe bişon? Pir çima û ta kengî û çawa hene li holê, lê nizanim bersiv û derman çi ye..? Yan xuyaye li asoyên nêzîk tu çira xêrê ku destpê kiriye nuha tuneye..!!
Weke mînak, azmûneya rojnameya (Nûdem) bi serî nebû, lê bi hêvî ne riya rojnameya (Bûyerpress) bersivê bide.. bi teybet rojnamak serbixwe be, û beşên nûçan werin şopandin.
Her wiha jî vê demê bûyerin mezin çêdibin, gelo Rojnemegeriya me kare pê re melevaniyê bike, bûyaran weke çêdibe bêje, bê ku xwe bike aliyek, an bûyer weke bûye.. û nûçeyan bi zelalî bişopîne.
Em dizanin gasîna me ya civakî bi çi rengî lihev hatiye, belê, ev nexem e, çimkî civata cîhanê tev de wiha ye, lê ya giring ew e bi yek namê be, bi yek nêrînê be, ta cemawer tevaya cemawer têkeve wêna bûyer û nûçeyan.
Û ji vê peyvê, ez dixwazim tu kes nêçîrê di ava şelû de neke, ser asta: (Ez rast im û yê din çewt e), nexasim di bûyerên hebûnê de.
Ev lêkolîn di rojnameya Pûyerpress hejmara (3) de hatiye weşandin..