Hîm Umer
Xirecir û cimûcoleke bêsînor bûn para Siûd El Mela piştî hevpeyvîna wî berî çend hefteyekî li gel BûyerPress. Li çep û rast herkesî nerîna xwe anî ziman û hema bêje kesî xwe bêkar nehişt. Tiştê serincrakêş û daxdar di heman wext de ew bû ku ev gengeşe û karvedan weku her car di çarçeweyên bêteşe û bêhûde re derbas bû. Ji lojîk û belgeyan zêdetir hêrs û peroşî hatin dîtin. Bila guman nebe: bersîvên Siûd El Mela her mirovekî asayî û tendurust matmayî hişt û ew bi herhal naguncin li gel cihê wî wek nûnerê yekemîn ê hêzeke girîng li ser gorepana siyasî li rojavayê Kurdistan. Pirs li vir dimîne gelo bo çi Siûd El Mela wa kir û çi pêdivî hebû ku bi wî şêweyê kêm hişmend bersîva pirsan bide, nemaze ku wî taze pêşengiya partiya xwe wergirtiye û her peyveke ji devê wî di vê serdema hestiyar de dikare bandoreke xwe ya mezin hebe li ser tevaya bergeha siyasî ya kurd?! Şîroveya herî berdest û gengaz me vedigerîne koka tevgera siyasî ya kurd; ev tevgera ku her ji roja roj de nikarîbûye li erk û berpirsiyariyên xwe xwedî derbikeve û ne jî karîbûye gavine bihend û berdar biavêje daku bibe nûnereke hevseng û rasteqîn a doza rewa û mafdar a gelê kurd. Derencam: piştî 67 salan tevgereke dabeşbûyî, dawerivî û bêbandor li ber çavan diyar e; tevgerek ku ji çewtî berew çewtiyê ve diçe û ji kirîzekê derbasî kirîzeke dî dibe. Seranserî van 67 salan vê tevgerê bi hemû awayan rê li berdem nûkirin û pêşveçûna xwe girt. Ne tenê nifşê genc bi xwîneke sard hat piştguhxistin, li herweha jina kurd jî (nîvê civakê!) bi awayekî fanatîk û paşvemayî ji gorepana kar û xebatê hat dûrxistin. Tiştê bermayî, kurtêla kalemêran, di nav çemk û têgehên raserî asta têgihiştina wan de rê wenda kirin û ketin rewşeke nalebar û bêçare de. Bersîv û daxuyaniyên neberpirsiyara ne yên Siûd El Mela bo BûyerPress rasterê yek ji encamên vê rewşa aloz û bêhêvî ya tevgera kurd e. Ev yek li tenişta ku rewanbêjî û bijartina peyva rast û derbirîner rojek ji rojan nebûye derdek bo partiyên kurd û rêvebirên wan. Ji lewre tê pêşbînîkirin ku ev rewşa gelşdar dê ne ya dawîn be weku ku ne ya pêşîn bû jî. Sebarê vê çewtiya berçav a rêzdar El Mela û li şûna ku ew yan jî partiya wî li xwe vegeraya û dan bi kêmasiya xwe bianiya, hin nûnerên partiyê derketin pêşberî medya û ketin nav hewldanên veanîn û nikolîkirina wan daxuyaniyan û rûspîkirina sekretêrê xwe. Bi heman vê mentalîteya xemsar û xapîner, tevgera kurd li şûna ku nêzî derd û kulên gelê xwe bibe û di asteke payebilind de bibe berdevkê hêvî û awatên wî, mixabin ew roj bi roj gelektir dûrî erka xwe ket û bi yekcarî hemû rêz û rûmet, çi bo xwe û çi jî bo gel, ji dest da. Di dema dawî de, herçende, ev hevkêşiya nexweş û kulek hin bi hin li dawiya xwe rast tê. Kirîza diltezîn li Sûriyê û gef û hereşeyên ku di van çend salên dawî de li Kurdistan û Rojhilata Navîn rû dane, gelek kes hişyar kirin. Îro roj cemawerê kurd çaverêyî hêzekê ye ku bikaribe bi şêweyekî berpirsiyarane li gel vê rewşa awarte bilive û gelê kurd ji metirsiyên mezin biparêze. Bi dilê me be yan na, ev bijarde halê hazir berdest bûye û rojane di xwîna pak a keç û lawên vî gelî de berceste dibe. Eger rêzdar El Mela û yên wî çavên xwe li vê rastiyê bigirin, ev kêşeya wan e. Lê bila baş bizanin ku êdî kes jûbîleke zêrîn a dî ji lasarî û helatina ji erk û berpirsiyariyan napejirîne.
Ev gotar di rojnameya Pûyerpress hejmara (3) de hatiye weşandin..