BÛYERPRSS
Pêngava Bagera Cizîrê ku di 9’ê Îlola 2017’an de destpêkiribû berdewam dike.
Şervanên Hêzên Sûriyaya Demokratîk HSD’ê di çarçoveya Qonaxa Dawîn a Rizgarkirina naverasta Dêra zorê li Eniyên Baxoz û Hecînê pêş ve diçin.
Di 24 saetên dawiyê de di navbera Şervanan û Çekdarên DAIŞ’ê de şerekî dijwar rû da.
Di encama vî şerî de 38 çekadrên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Navenda ragîhandina HSD’ê der barê xisar û zirarên ku gihiştine Çekdarên DAIŞ’ê ev agahî parve kirin:
3 çekdar hatin girtin,3 Siyareyên tijî teqemenî her wiha baregeheke çeteyan jî hat rûxandin.
Şervanan piştî vî şerê giran 6 xal bi dest xistin û noqteyên kontrolkirinê ava kirin.