BÛYERPRESS
Navenda ragîhandina Hêzên Sûriyaya Demokratîk HSD’ê der barê şerê herî dawî li naverasta Dêra zorê daxuyaniyek da.
Navendê da zanîn ku li naverasta Dêra zorê şer û pevçûn bi dijwarî dewam dikin û ev agahî parve kirin:
Li Eniyên şer ên Baxoz û Hecînê di navbera şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk û Çekdarên DAIŞ’ê şerekî dijwar rû da..
Di encama vî şerî de 18 çekdarên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Navenda Ragîhandina HSD’ê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku Şervanan 15 noqteyên Kontrolê cî be cîr kirine û derdora 1km û Nîv pêşve çûn
Her wiha Topavêjek hewanê,3 baregehên bicîhkirina terorîstan hatin rûxandin û balafireke keşfê ya çekdarên DAIŞ’ê hat xistin.